Agirbesta li Xezzeyê tenê li ser kaxezê ma: 7 şehîd
Ji ber îxlalkirina agirbestê li Xezzeyê heft Filistînî, di nav wan de du zarok û jinek, şehîd bûn û gelekên din jî birîndar bûn. Rejîma sîyonîst doh bi êrîşên hewayî, topxane, êrîşên bêmirov û pêşketinên hêzên bejayî herî kêm 22 caran agirbestê îxlal kir.
Tevî peymana agirbestê li Xezzeyê, êrîşên rejîma sîyonîst berdewam kirin. Di êrîşên roja Sêşemê de, 7 Filistînî şehîd bûn û gelekên din jî birîndar bûn.
Çavkaniyên herêmî yên Filistînî ragihandin ku komeke sivîlan li nêzîkî çarçova Ebû Şerh a li bakurê rojavayê bajarê Xezzeyê bûne hedef. Di êrîşê de Filistîniyek hatiye kuştin û çend kesên din jî birîndar bûne.
Di dema êrîşan de, herêma Ketîbe ya li rojavayê bajarê Xezzeyê jî rastî bombebaraneke dijwar hat. Piştî êrîşên bêmirov ên ku herêmê kirin hedef, herî kêm 10 teqîn çêbûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li herêma Kohestek a navçeya Sirik a li parêzgeha Hurmuzgan a Îranê, di êrîşeke Amerîkî ya li ser cihekî dawetê de, zêdetirî 15 zarokan birîndar bûn. Hejmara qurbaniyên êrîşê gihîştiye 5 kesan û tê ragihandin ku tev de 68 kes jî birîndar bûne.
Îranê ragihand ku piştî êrîşên Emrîka yên li ser başûrê Îranê, wan bi fuze û dronan êrîşî baregehên Emrîka yên li herêmê kiriye.
Li gorî agahiyan, balafirên şer ên sîyonîstan herêma Nebatiye ya li başûrê Lubnanê bombebaran kirin.