AP: Fîrmayeke ewlehiyê ya Emrîkayê li Xezzeyê gule li sîvîlên birçî reşand

Lêkolîneke berfireh a ku ji teref Ajansa Associated Press (AP) ve hatiye weşandin, eşkere kiriye ku şîrketên ewlehiyê yên Emrîkayê yên ku ji teref rejîma sîyonîst ve tên piştgirîkirin, li ser sivîlên birçî yên ku ji bo wergirtina alîkariya xwarinê li Xezzeyê kom bûne, gule berdane, bombeyên deng û gaza rondikrêj bikar anîne.
Rêxistina Emrîkayê ya nû damezrandî bi navê Weqfa Mirovî ya Xezzeyê, ku ji aliyê rejîma Siyonîst ve tê piştgirîkirin, şîddeta sîstematîk a li dijî sîvîlên Filistînî belge kiriye. Di raporê de tê gotin ku van kesan rasterast gule li ser girseya sîvîlan reşandine, bi rêya pergalên çavdêriyê sîvîlan tomar kirine û ev agahî bi artêşa sîyonîst ve parve kirine.
Di dîmenên vîdyoyî de ku ji hêla AP ve hatine bidestxistin, tê dîtin ku cerdevanên ewlehiyê yên taybet ên Emrîkayî li herêmên belavkirina alîkariyê bi awayekî bêserûber guleyan ber bi hewa û erdê ve diavêjin, bi karanîna bombeyên deng û gaza rondikrêjê. Dengê yek ji cerdevanên ewlehiyê tê ku dibêje, "Ez difikirim ku min gule li kesekî reşandiye." Vîdyoyek dinê, zilamek belge dike ku piştî wergirtina alîkariyê ji herêmê reviyaye, lê hatiye gulebarankirin û ji dûr ve li erdê hatiye xistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşa ku bi wesayîteke hewayî ya bêmirov (UAV) ya îşxalkerên sîyonîst li herêma Halde ya li başûrê paytext Beyrûtê hat lidarxistin de wesayîtek hat hedefgirtin di encamê de kesek şehîd bû û sê kes birîndar bûn.
Wezareta Weqfê ya Xezzeyê ji bo alîkariyê bangewaziyek lezgîn kir û ragihand ku ji ber êrîşên îşxalê yên berdewam, li Xezzeyê gor qediyane û mirov mecbûr in ku şehîdên xwe li dibistan, nexweşxane û baxçeyên malan defin bikin.
Rûsyayê, bi fermî Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê nas kir. Rûsyayê, bi vê gavê, bû welatê yekem a ku Emîrtîya Îslamî bi fermî nas dike.