Artêşa îşxalker êrîşên xwe yên li ser gundewarên Sûrîyeyê didomîne
Hêzên îşxalker ên sîyonîst ber bi herêma ku nêzîkî gundê Resm el-Helebiyê li navenda gundewarê Quneytreyê ye ve pêşve çûn.
Medyaya Sûrîyeyê ragihand ku îşxalkeran îro bi hêzek ji 10 wesayîtên leşkerî li nêzîkî gund xalek kontrolê ya demkî ava kirine.
Li gorî televizyona El Îxbariye, hêzên îşxalker îro sibehê geliyên Abdîn û Rekad û derdora bajarokê Cemla yê li herêma hewza Yermûkê ya gundewarê Derayê bi topan hedef girtin.
Li gorî raporê, artêşa îşxalker bi sê topan derdora Wadî Ebdîn û Cemla hedef girtiye û di heman demê de fîşekên hewayî teqandiye, û sê topên din jî li Wadî El-Rekad li gundewarê Derayê ketiye.
Doh, hêzên îşxalker her wiha derdora gundê Zubeyda yê li navenda gundewarê Quneytrayê hedef girtin. Hat ragihandin ku hêzên îşxalker bi topan daristana Bîr Acam a li rojavayê gund topbaran kirine.
Dagirker di demên dawî de li başûrê Sûriyeyê aloziyan zêde dikin. Di 18ê Îlonê de, siyonîstan bi şeş topan derdora bajarokê Beyt Cin hedef girtin.
Her wiha, hêzek ji neh wesayîtan ketin Wadî el-Rekad li gundewarê rojavayê Derayê û di dema vekişîna ji gund de şivanek girtin.
Wezîrê Karên Derve û Karûbarên Derve yên Sûrîyeyê Esed El-Şeybanî, di axaftina xwe ya di 14ê Îlonê de di 70emîn civîna Konferansa Giştî ya Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî de, daxwaza zexteke dîplomatîk a navneteweyî ya bi bandor û biryardar kir da ku êrîşên rejîma îşxalker ên li ser Sûrîyeyê tavilê bi dawî bibin.
Şeybanî tekez kir ku îşxalkerî îxlalkirina serweriya Sûrîyeyê û hedefgirtina axa wê berdewam dike û destnîşan kir ku îstîqrara herêmî "bi neçarkirina hêza îşxalker ve girêdayî ye ku vegere peymana 1974an û berî 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an bi tevahî vekişe xetên sînor." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiya Giştî ya Neteweyî ya Yewnanîstanê, di navbera 11 û 17ê Îlonê de 46 bûyerên nû yên vîrusa Nîla Rojava hatine qeydkirin. Ji destpêka salê ve hejmara giştî ya bûyeran li welêt gihîştiye 370an û hejmara mirinên ji ber vîrusê gihîştiye 33yan.
Li Qudsê, 458 sîyonîst di roja duyemîn a cejna bi navê "Yom Kippur" de, di bin parastina tund a hêzên îşxalker de, ketin hewşa Mescîda Eqsayê.
Efxenistanê li seranserê welat bernameyeke derzîkirina felcê ku armanc dike 12.7 milyon zarok fêde bibînin da destpêkirin.