Avrûpa Yetîm Elî, li Burundîyê ji mihtacan re alîkarîya neqdî kir

Komeleya Avrûpa Yetîm Elî, di çarçoveya xebatên alîkarîya însanî ya ku li Burundîyê li dar dixe de, bi tevî desteka xêrxwazan ji bi sedan malbatan re alîkarîya neqdî kir.
Organîzasyona ku xwe ji gelek êtîm, jinebî, îxtîyar û astengdaran re gihand, ji teref însanên herêmê ve bi gelek kêfxweşî hatin pêşwazîkirin.
Bi taybetî di meha Remezanê de alîkarîya neqdî gelek biqîmet e ku mirovên mihtac dikarin lazimatîyên xwe temîn bikin.
“Em tenê alîkarîyan nabin wan welatan, hêvîyê jî dibin”
Dildarê Komeleya Avrûpa Yetîm Elîyê Nîzamettîn Aygan, diyar kir ku ew bi tevî van alîkarîyan tenê destekek meddî nakin, di heman demê de ew “ji însanan re didin hîskirin ku hûn ne tenê ne û ev destê biratîyê ye.”
Aygan, “Li welatên biçûk wek Burundîyê alîkarîyên biçûk jî ji guhertinên gelek mezin re dibin wesîle. Van alîkarîyên neqdî, ji bo gelek malbatan bû derîyê hêvîyê. Em ji bexşvanên xwe yên xêrxwaz re teşekûr dikin û bila Rebbê min xêra wan qebûl bike.”
Dildarê Komeleya Avrûpa Yetîm Elî, di meha Remezanê de li Burundîyê ji gelek herêmên cuda alîkarîyên cuda wek kolîyên zexîreyan, bernameyên fitarîyê, cil û bergên eydê û zekatan pêk anît.
Nîzamettîn aygan herî dawîn weha got, “Em di meha Remezanê de ne, di vê meha ku rehmet û bereket gelek zêdeye de em li Burundîya ku malbatên mexdûr û mezlûm hene ne. Komeleya Awrûpa Yeîm Elî dibe destekî alîkarîyê ji bo mezlûman. Komeleya Awrûpa Yeîm Elî ew ê îro jî ji malbatên bêkes, êtîm û mezlûman re alîkarîyên wek zekat, fitir û meddî belav bike. xwedê ji hemû xêrxwazan razî be.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Nepalê, di pevçûnên ku di protestoyên alîgirên monarşîyê de ku bi polêsan re hat kirin de, 2 kesan canê xwe ji dest dan.
Di erdhejê ku li Myanmarê di mezinahîyên 7,7 û 6,4an de pêk hatin de heta niha 694 kesan canê xwe ji dest dan, 1670 kes jî birîndar bûn.
Emrîkaya îşxaker, di nav 24 seatên dawîn de li herêmên cuda yên Yemenê êrîşên asîmanî pêk anît, di encama 77 êrîşên asîmanî de herî kêm 1 kes şehîd bû, 10 kes jî birîndar bûn.
Li Bangkoka paytexta Taylandê înşaata balaxaneyekî hilweşîya, di encamê de 10 kes mirin, 101 kes jî di bin kavilan de ne.