Balafira aîdê Qeterê ket turbulansê: 12 birîndar
![Balafira aîdê Qeterê ket turbulansê: 12 birîndar Balafira aîdê Qeterê ket turbulansê: 12 birîndar](/img/NewsGallery/2024/5/27/395944/FeaturedImage/d0dcd272-5a67-4918-9238-ccac42508aef.webp)
Li balafira ku ji Dohaya paytexta Qeterê biçe Dublîna paytexta Îrlandayê birê ketibû ket nav turbulansê û di encamê de 12 kesan birîndar bûn.
Hat îfadekirin balafira ji tîpa Boeing 787-9 Dreamliner ya aîdê Qeterê dema ku li ser Tirkîyeyê bû ket nav turbulansê û di encamê de 6 rêwî, 6 mirettebat tev de 12 kes birîndar bûn.
Hat îfadekirin balafira ku li Dublînê xwe daxist xwarê ji teref polês û ekîbên tenduristîyê ve hat pêşwazîkirin.
Çend rojên berê balafira Sîngapurê jî ketibû nav turbulansê û rêwîyekî canê xwe ji dest dabû û gelek kes birîndar bûbûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Karnataya Hîndistanê dîwar hilweşîya, di encama qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest dan.
Keştîya herbê ya rejîma îşxalker ku ji Emrîqayê bi rê ket, ji bo sotemenî û xwarinê çû Bendera Tanca ya Fasê, hatina keştîya terorîstan bû sedema bertekan.
Tevgera berxwedana Îslamî (HAMAS), bal kişand ku ew ji hemû xebatên boyqotê re destekê didin, cardin bang li hemû însanîyetê dikin ku bila boyqotê bikin.
Li Nîjerê, di encama êrîşên li djiî leşkeran de 20 leşker û sîvîlek canê xwe ji dest dan.