Baregeha Xatemûl Enbîya Emrîkayê hişyar kir
Biryargeha Navendî ya Xatemûl Enbîya, ku rêxistina sîwanî ya Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê ye, ragihand ku ger Emrîka binesaziya Îranê hedef bigire, Hêzên Çekdar ên Îranê ew ê hemî binesaziya mayî ya li herêmê bixin û Tengava Hurmuzê ji bo Îranê "xeta sor a neguhêrbar" e.
Berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemûl Enbîya Albay Îbrahîm Zulfîqarî, diyar kir ku Emrîka bêîstîqrariya li herêmê zêde dike û Îran di tu şert û mercan de rê nade ku Emrîka, wekî welatekî ne-herêmî, destwerdanê li Tengava Hurmuz bike.
Zulfîqarî diyar kir ku Tengava Hurmuzê ji bo Îranê xêzeke sor a neguhêrbar e, û ger tehdîdên Serokê Emrîkayê yên vê dawiyê yên ji bo hedefgirtina binesaziya Îranê werin bicihanîn, hemû binesaziya herêmê ku Îranê heta niha nekiriye hedef dê ji aliyê Hêzên Çekdar ên Îranê ve were hilweşandin.
Zulfîqarî îddîa kir ku bersiva welatê wî ne wekhev, lê serdesttir e, û diyar kir ku bersiva li hember her êrîşeke muhtemel ew ê ji ya berê tundtir, berfirehtir û wêrankertir be. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Urdunê ragihand ku sîstema wê ya parastina hewayî heşt fuzeyên Îranî xistine xwarê.
Hat ragihandin ku Serokwezîrê qaşo yê rejîma sîyonîst Binyamîn Netanyahu, serdana xwe ya plankirî ya bo Emrîkayê betal kiriye.
Wezareta Navxweyî ya Sûrîyeyê ragihand ku wan karwanek çekan ji sînorê Îraqê ji bo Hîzbullaha Libnanê asteng kiriye.