Urdun: Me 8 mûşekên Îranî xistin xwarê
Urdunê ragihand ku sîstema wê ya parastina hewayî heşt fuzeyên Îranî xistine xwarê.
Li gorî daxuyaniyek ji Hêzên Çekdar ên Urdunê, sîstema parastina hewayî yên Urdunê di saetên serê sibehê de heşt mûşekên Îranî yên ku welatê Urdunê hedef digirtin xistin xwarê.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev tedbîr li gorî prosedurên parastin û operasyonê yên pejirandî ji bo parastina serweriya welat, ewlekirina qada hewayî ya wê û garantîkirina ewlehiya welatiyên wê hatine girtin.
Daxuyaniyê destnîşan kir ku ti qurbanî an zirara maddî nehatiye ragihandin. Her wiha diyar kir ku ekîbên Qraliyeta Endezyariyê bi bermahiyên mûşekan ên ji deverên cûda re mijûl dibin û deveran li gorî prosedurên teknîkî û ewlehiyê yên pejirandî ewle dikin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Hêzên Çekdar ên Urdunê di asta herî bilind a amadebûnê de ne û çavdêriya qada hewayî ya qraltîyê dikin, her wiha hat gotin ku li gorî qaîdeyên angajmanê yên pejirandî ew ê bersiv ji her tehdîdê re were dayîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Biryargeha Navendî ya Xatemûl Enbîya, ku rêxistina sîwanî ya Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê ye, ragihand ku ger Emrîka binesaziya Îranê hedef bigire, Hêzên Çekdar ên Îranê ew ê hemî binesaziya mayî ya li herêmê bixin û Tengava Hurmuzê ji bo Îranê "xeta sor a neguhêrbar" e.
Hat ragihandin ku Serokwezîrê qaşo yê rejîma sîyonîst Binyamîn Netanyahu, serdana xwe ya plankirî ya bo Emrîkayê betal kiriye.
Wezareta Navxweyî ya Sûrîyeyê ragihand ku wan karwanek çekan ji sînorê Îraqê ji bo Hîzbullaha Libnanê asteng kiriye.