Bedran: Rejîma sîyonîst ji merhaleya duyemîn a peymanê xwe dûr dixe
Endamê Buroya Sîyasî ya HAMASê Husam Bedran, tekez kir ku tevger hemî sozên xwe yên di çarçoveya peymana agirbestê de pêk tîne û diyar kir ku rejîma sîyonîst bi zanebûn rê li ber vê pêvajoyê digire. Bedran daxwaza mudaxeleya bilez a navneteweyî kir da ku qirkirina li Xezzeyê were rawestandin.
Husam Bedran, kesayetiyek pêşeng di nav HAMASê de, di daxuyaniyekê de got ku tevger pabendî hemî bendên peymana agirbestê ye ku di 10ê Cotmehê de ket meriyetê, lê rejîma sîyonîst bi berdewamî taktîkên derengxistin û sabotajê bikar tîne da ku nekeve merhaleya duyemîn a peymanê.
Bedran diyar kir ku komkujiyên li Xezzeyê yên berdewam bûne gefek eşkere li ser aramiya herêmê û got, "Divê civaka navneteweyî berpirsiyariya rawestandina qirkirinê bigire ser xwe." Wî her wiha got ku wêraniya mirovî ya giran a li herêmê ne tenê Xezzeyê, lê tevahiya herêmê tehdît dike.
Bedran tekez kir ku ew ê berxwedêrên Refahê neterikînin û got, "Mucahîdên me ne teslîm dibin û ne jî çekên xwe datînin. Her çiqas êrîş zêde bibin jî, berxwedan dê berdewam bike." Her wiha bal kişand ser zêdebûna êrîşên hêzên îşxalker ên li Şerîaya Rojava û girîngiya pêşxistina helwesteke neteweyî ya hevpar ji aliyê komên Filistînî ve anî ziman.
Bedran bi bîr xist ku îxlalkirinên rejîma sîyonîst her çend agirbest di 10ê Cotmeha 2025an de ket meriyetê jî berdewam kirin, û destnîşan kir ku merhaleya duyemîn a peymanê bendên girîng (wek pevguhertina êsîran, berfirehkirina têketinên mirovî û veguheztina bo agirbestek daîmî) dihewîne.
Bedran di daxuyaniya xwe de her wiha behsa ziyanên qirkirinê kir ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve li Xezzeyê berdewam dike: karesateke mirovî ku tê de zêdetirî 239.000 Filistînî şehîd bûne an birîndar bûne, zêdetirî 10.000 kes winda ne, bi sed hezaran kesên bêwar bûne û bi hezaran, ku piraniya wan zarok in, ji birçîbûnê mirine.
Berpirsekî HAMASê bang li hêzên navneteweyî yên ku li hember vê rewşê bêdeng mane kir ku berpirsiyariyê bigirin ser xwe û got, "Dema ku qirkirin berdewam dike, nayê qebûlkirin ku cîhan bêdeng bimîne." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Projeya “Her Roj Sifreyek” ku ji teref Weqfa Êtîman ve ji bo Xezzeya ku di bin şert û mercên giran û dorpêçê de micadeleya jiyanê didin hatibû destpêkirin, li herêmê belavkirina şîva germ didomîne.
Hikûmeta Xezzeyê, daxuyand ku rejima îşxalker ji 10ê Cotmehê ku peymana agirbestê ketîye merîyetê vir ve 591 caran agirbestê îxlal kirîye, di êrîşan de 357 Filistînî şehîd bûn.
Îranê li nêzîkî Girava Qeşm dest danî li ser du keştîyên ku 80.000 lître sotemeniya qaçax hildigirt.