Avahîyên li taxên Sovetsky, Kirovsky û Privolzhsky yên Kazanê bi balafirên bê mirov hatin hedefgirtin.
Li gorî medyaya Rûsyayê li taxên Sovetsky, Kirovsky û Privolzhsky yên Kazanê bi balafirên bê mirov ên kamikaze êrîş pêk hatine.
Hat diyarkirin ku heşt dronên Ukraynayê hate şandin.
Di encama êrîşan de kuştî û birîndar çênebûn de, agir bi hinek avahîyan ket.
Piştî êrîşê şênîyên herêmê hatin tehliyekirin, hinek dibistan jî hatin tehliyekirin.
Li Balafirgeha Kazanê qedexeyên demkî hatin danîn, ji ber êrîşê seferên balafiran li Tataristanê hatin rawestandin.
Li cîhê êrîşê navenda operasyonê hat avakirin.
Serokê Şaredarîya Kazanê Îlsur Metşîn ji bo welatîyên ku hatine tehliyekirin ferman da ku bila bên parastin û cil û bergên germ ji wan re bên dayîn.
Wezareta Rewşên Awarte ji welatiyan xwest dema ku alarm lêketin bila hêsanbin û cil û bergên xwe li xwe bikin û dakevin qatên ewil û jêrzemînên avahîyan.
Hat ragihandin ku sîstema berevanîya hewayî ya Rûsyayê li ser Tataristanê droneke Ukraynayê îmha kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin ku li bajarê Magdeburga Elmanyayê di encama qezaya ku wesayîtek ket nav bazareke Noelê de hejmara mirîyan derket 4an, hejmara birîndaran jî 200î derbas kir.
Li paytexta Nîjeryayê di dêrekî de îzdîham pêkhat, di encama îdîhamê de herî kêm 10 kes mirin.
Li Sûrîyeyê Es'ad Hasan El Şîbanî, wek Wezîrê Karên Derve ya hikûmetê hat tayînkirin.
Tevgera Berxwedana Îslamî (HAMAS), îfade kir ku îtîrafên ku rojnameya Haaretzê de hatine weşandin, "delîlên nû yên sûcên şer ên nedîtî û tasfiyekirina etnîkî ya tam in."