Bi tevî 6 şehîdên îro li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 73.098 kesan
Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve li Xezzeyê êrîşên ku dest pê kirin, hejmara kuştiyan gihîştiye 73.098an, hejmara birîndaran jî gihîştiye 173.571an. Di êrîşên îro de jî şeş kes şehîd bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di bîst û çar saetên dawî de pênc şehîd û heft birîndar bûne û hejmara qurbaniyên êrîşên dagirkeriyê jî zêde dibe.
Wezaretê ragihand ku sê şehîdên nû li navnîşê hatine zêdekirin, û du cenazeyên din ji bin xirbeyan hatine derxistin, û da zanîn ku şert û mercên meydanî gihîştina qurbaniyan dijwar dike.
Wezaretê destnîşan kir ku ji ber rewşa ewlehiyê û dijwarbûna xebata meydanî û ji ber ku ekîbên ambûlans û parastina sivîl hêna jî nekarîne bigihîjin wan gelek qurbanî hêna jî di bin kavilan de û li kolanan in.
Li gorî daxuyaniyê, piştî agirbesta 10ê Cotmehê, hejmara şehîdan gihîştiye 1072an, hejmara birîndaran gihîştiye 3463an û 799 cenaze ji bin xirbeyan hatine derxistin.
Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, ji destpêka êrîşan ve, hejmara şehîdan gihîştiye 73.098an, hejmara birîndaran jî gihîştiye 173.571an. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Belavbûna şewba koler û sorikan li wîlayeta Kordofana Bakur a Sûdanê, digel kêmbûna giran a xwarin û pêdiviyên bingehîn ên tenduristî, krîzek mirovî ya mezin li herêmê diafirîne.
Wezareta Maden û Petrolê ya Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê ji bo derxistina zêrê aluviyal li parêzgeha Tekharê peymanek bi nirxa 89.06 milyon dolarê Amerîkî îmze kir.
Ji ber germahiya zêde ya ku nêzîkî hefteyekê ye li Emrîkayê didome, hejmara miriyan gihîşt 25 kesan.