Çapemenîya rejima sîyonîst: Plana îşxalkirina temamê Xezzeyê li ser maseyê ye

Serokwezîrê rejima sîyonîst, plana bi temamî îşxalkirina Şerîda Xezzeyê ku hatîye nûkirin ji bona ku di demeke nêz de di kabîneyê de erê bikin amadekarîyê dikin. Alîyê Filistînê ji stratejîyê re bertek nîşan da, ji civaka navneteweyî re jî banga midexeleyê bilind hat kirin.
Li gorî xebera ku di çapemenîya rejima sîyonîst de derbas bûye, çavkanîyên ewle yên serokwezîrê rejima sîyonîst Binyamîn Netenyahu, diyar kir ku stratejîya ku tê gotin planeke bi temamî îşxalkirina Xezzeyê ye. Di çarçoveya planê de, ew ê rejima sîyonîst li dijî herêma ku êsîrên sîyonîst jî di nav de ye êrîşên artêşê berfirehtir bike.
Çapemenîya rejima sîyonîst, diyar kir ku kabîneya ewlehîyê ew ê roja sêşemê ji bona ku vê planê erê bikin wê werin cem hev.
Rayedaran, dibêjin ku ji Serokê Emrîkayê Donald Trump “nîşana erê” hatîye standin, tê îddîakirin ku bi armanca “Temamê Xezzeyê were kontrolkirin” hazirî tê kirin.
Biryara kabîneyê hêna jî bi fermî nehatîye rastkirin lê Wezareta Karên Derve yê Bireveberîya Filistînê belgeyên ku bi dizî derketibûn derve şermezar kirin û ji civaka navneteweyî re banga midexeleyê kirin.
Rejim niha li Xezzeyê nêzê ji sedî 75 herêmê qontrola leşkerî lidar dixe. Heger ev plan were qebûlkirin, herêmên ku mane jî wê were hedefgirtin û bighêjin hedefên xwe yên îşxalkirina temamî.
Tê plankirin ku bi êrîşan sîvîl ji cîhê xwe werin derxistin û navendên alîkarî însanî bikevin destê wan.
Ji 600î zêdetir rayedarên sîyonîst ên leşkerî ji Trumpê re name şandin, di nameyê de xwestin ku bila bi lez û bez herb were dawîkirin û ji bona ku êsîr werin xelaskirin zext bê kirin.
Bi nirxandina “Hamas êdî tehdîdekî stratejîk nîne”, daxwaza “dawîkirina herbê” hat kirin.
Zelalî û daxuyanîya fermî ya biryarê ew ê piştî civîna kabîneya sîyonîstan were bidestxistin.
Xeberên çapemenîya îşxalkeran hêna jî tiştekî fermî nabêjin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma sîyonîst careke din êrîşî Endezyar Ebas El-Seyîd, kesayetiyekî girîng ê berxwedana Filistînê li Şerîaya Rojava û yek ji serokên Tugayên Îzzedîn El-Qessam e kir.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 61 hezar û 20an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 150 hezar û 671 kesan.
Endamê Biroya Sîyasî ya HAMASê Usame Hamdan, bal kişand ku mesulê felaketa însanî û birçîbûnîya ku gelê Xezzeyê û êsîrên dijmin dijîn rejima sîyonîst e. Hamdan, ji civaka navneteweyî û NY re banga “Qirkirina li Xezzeyê bidin sekinandin” kir.