Çeteyên Cihûyan di 24 saetan de êrîşî zêdetirî 15 cihan li Şerîaya Rojava kirin
Çeteyên Cihû di 24 saetên dawî de li Şerîaya Rojava li zêdetirî 15 cihan malên Filistîniyan, binesaziya avê û erdên çandiniyê hedef girtin. Tê ragihandin ku ev provokasyonên ku êrîşên xwe yên li ser Mescîdî Eqsayê didomînin, beriya roja ku jê re "Wêrankirina Çiyayê Perestgehê" tê gotin, zêde bûne.
Çeteyên Cihû di 24 saetên dawî de li qadeke fireh a ji Deşta Urdunê ya Şerîaya Rojava heta Qudsê êrîşên xwe yên li ser Filistîniyan zêde kirine.
Li gorî çavkaniyên herêmî, li herêma Hallet el-Hîms a bajarokê Yatta, li başûrê El Xelîlê, çeteyên Cihû pezên xwe berdidan erdên Filistîniyan di heman demê de bîrên avê desteser dikirin û herikîna avê ber bi wargeheke neqanûnî ya ku wan ava kiribû ve dibirin.
Li Xirbet Samra ya li bakurê Deşta Urdunê, çeteyên Cihûyan ajalên xwe ber bi axên Filistînê ve berdan. Civaka Bedewiyên El-Mehdûs li Rojhilatê Qudsê û herêma Xelq el-Rumaneh li Jerîhayê jî bûn hedefa êrîşên bi heman rengî. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê karên derve yê Hamasê Xalid Meşal, ji ber hilbijartina wî wekî serokê nû yê Buroya Sîyasî ya tevgerê pîrozbahî li Xelîl el-Heyye kir û got, "Em, ligel hemî endamên tevgerê, li pişt serokatiya Dr. Xelîl el-Heyye ne."
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, di nûvekirina xwe ya rojane ya li ser şerê li Ukraynayê de ragihand ku wargeha Volokhovskoye ya li herêma Xarkîvê ketiye bin kontrola hêzên Rûsyayê.
Li Komara Demokratîk a Kongoyê, di 24 saetên dawî de 37 kes ji ber Ebolayê mirin.