Dayîka doktorê Filistînî Husam Ebû Safîyeyê ku di 27ê Kanûnê de ji teref sîyonîstên îşxalker ve hatibû revandin, piştî êşa ku dîtibû ji ber krîza dil canê xwe ji dest da.
Midûrê Nexweşxaneya Dr. Kemal Advan ê ku di serdegirtina ku di 27ê Kanûnê de li bakurê Xezzeyê hat kirin de ji teref sîyonîstên îşxalker ve hatibû desteserkirin. Dayîka Husam Ebû Safîye piştî xemgînî û stresa ku pê re derbas bû ji ber krîza dil canê xwe ji dest da.
Di daxuyanîya nivîskî ya ku ji teref malbata Ebû Safîye ve hat dayîn de hat diyarkirin ku dayika doxtor ku nêzî 2 hefte ne agahî jê nayê girtin canê xwe ji dest daye.
Doxtorê Filistînî di êrîşa 26ê Cotmehê ya ku ji teref sîyonîstên îşxalker ve li dijî Nexweşxaneya Kemal Advan hat kirin de kurê xwe Îbrahîm şehîd da. Di dema serdegirtina 27ê Kanûnê de, wêneyên doktor ku bi kirasê xwe yê spî di nava xirbeyan de ber bi tankên dagirkeriyê ve dimeşe, bû yek ji sembolên berxwedana Xezzeyê.
Sîyonîstên îşxalker destnîşan kirin ku Ebû Safîye piştî serdegirtinê hat desteserkirin, lê der barê cihê ragirtina wî û rewşa tenduristîyê ya wî da tu agahî nedan.
Dr. Ebû Safîye û karesata ku ji teref malbata wî ve hat jiyîn carek din qebareya trajediya mirovî ya li Xezzeyê eşkere kir. Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî pêkanînên sîyonîstên îşxalker ên li dijî sivîlên Filistînî şermezar kirin û daxwaza parvekirina agahîyên der barê kesên desteserkirî û sepandina qanûnê kirin.
Dr. Husam Ebû Safiye, wekî navekî ku hem bi têkoşîna xwe ya doxtorî û hem jî ya mirovahî li Xezzeyê tê naskirin, yek ji kesayetên girîng ên berxwedana gelê Filistînê bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 46 hezar û 6an û hejmara birîndaran jî derket 109 hezar û 378an.
Li bajarê Los Angelesa wîlayeta Kalîforniyayê ya Emrîkayê ji ber şewata daristanê ku ji ber bayê xurt belav bû rewşa awarte hat îlankirin.
Di êrîşa bombeyî ya balafirên dagirkeriyê yên li ser Kampa Nuseyrat a li navenda Xezzeyê de bav û 3 zarokên xwe şehîd bûn.
Di festîvala ku li wîlayeta Kerala ya Hîndistanê hat lidarxistin de, di encama êrîşa fîlan de 17 kes birîndar bûn.