Hereketa Ensarullaha Yemenê ragihand ku mûşek avêtine nav axa Filistîna îşxalkirî û 4 siyonîstên îşxalker birîndar bûn e.
Çapemeniya îşxalê ragihand ku ji axa Yemenê ber bi herêmên îşxalbûyî ve mûşek hatin avêtin û piştre li gelek herêman sîrenên alarmê hatin lêxistin.
Medyayên îşxalê ragihandin ku siyonîst piştî avêtina mûşekê ber bi sitargehên li bakurê Telavîvê reviyan û ji ber qelebalixê 4 kes birîndar bûn.
Hereketa Ensarullaha Yemenê beriya niha bi êrîşên mûşekî û bêfirokevan li herêmên girîng û xesas ên rejîma siyonîst xistibû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 45 hezar û 717an û hejmara birîndaran jî derket 108 hezar û 856an.
Li wîlayeta Hebeîya bakûrê Çînê di bazarekî de şewat derket, di encamê de 8 kes mirin, 15 kes jî birîndar bûn.
Tevgera Berxwedana Îslamî HAMAS, daxuyand ku doh li Dohaya paytexta Qeterê mizarekeyên agirbestê ên bi rejima sîyonîst re ji nû ve dest pê kir.
Li Perûyê otobûs ket nav çem û di encama qezayê de 6 kes mirin, 17 kes winda bûn.