Weqfa Evîndarên Pêxember bi minasebeta sala nû ya mîladî de peyamek belav kir, bal li ser qetlîam û qirkirina ku li ser Xezze û alema Îslamî de ye hat kişandin û hat îfadekirin ku divê Misilmanan eletê projeyên îfsadê wek pîrozkirina sersala nû nebin.
Weqfa Evîndarên Pêxember bi munasebeta sersala nû ya mîladî de peyamek parve kir.
Peyama Weqfa Evîndarên Pêxember ji teref Endamê Civata Îdareyê ya Evîndarên Pêxember Yakûp Kaya ve hate xwendin.
Kaya: “Kî bişibe qewmekî ew jî ji wan. Dem û wext weka avê diherike. Sermayeyê emrê me salek din derbas bû. Divê Misilman vê dem û wextê bi awayekê kêrhatî binirxîne û îstîfade bike.”
Kaya got, divê em muhasebeya sala çû baş bikin û wiha dewam kir:
“Lewra êdî telafiya vê sala ku ji emrê me çûye nayê telafîkirin. Ji ber vê yekê divê em muhasebeya vê sala çûyin baş bikin. Divê em hesasiyetê nîşan bidin ku sala nû li weka mumînekî derbas bikin. Em tobe, îstîxfarê bikin û îbadetên xwe bi ti awayekê îhmal nekin.”
Kaya got, pîrozkirina sersalê edetên Xiristîyanan e û xeflet e, “Jiyanek di xelka helalê de bes û xweş e. Ne hewceye em vê heyat û jiyana xwe bi heram û gunehên ne li gor fitratê ne derbas bikin. Divê em nebin malzeme û aletên van edet û tevgerên habîs û kîret. Ev yek ne li gor Misilmanan e. Divê hemû Misilman ji van projeyan dûr bikevin.”
Kaya herwiha îfade kir, me salek din weka ummeta Îslamê bi qehr û huznê derbas kir û wiha li beyana xwe zêde kir:
“Li Xezzeyê û axên din alema Îslamê îşxal û qetlîam dewam dikin. Ev îşxal û herikandina xwînê ewlehîya azadî, can û malên Misilmanan tehdît dike. Divê Misilman were ser hişê xwe. Dev ji îxtîlafên navbera xwe de berdin. Di nav wahdet û yekbûnê de hereket bikin. Li dijî dijminên Îslam û ummetê bibin yek hêz. Xwe bi Îslamê re bigirin. Lewra xelasî bi Îslamê mimkun e.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî daneyên AFADê, ji 26ê Çileyê vir ve li Behra Egeyê 754 erdhej pêk hatin. Erdheja herî mezin jî di mezinahîya 4,9an de çêbû û piranîya erdhejan li bakurrojhilata Girava Santorînîyê pêk hat.
Rûsên îşxalker û hov di du sedsalên dawî de bênavber êrîş birin li ser herêma Kafkasyayê û bi sedan Misliman şehîd, bi hezaran jî birîndar kirin. Ji ber van êrîşan egîd û qehremanên Çeçen bi salan li ber xwe dan û ala Îslamê her tim hewl dan bilind bikin ku di vê oxirê de bi sedan egîd, rêzan û rêberên xwe şehîd dan.
Di meha Sibatê ya ku wek 'Meha Şehîdan' hatîye binavkirin de dema ku dîrok vê rojê dida nîşandan Atif Xoceyê Îskîlîpî ji ber tekoşîn û jiyana xwe ya Îslamî bê hincet û binasî hat îdamkirin. Atif Xoce dema ku ji bo were îdamkirin derket ser sêdarê weha got: "Helbet roja mehşerê dê em hesabê ji hev bipirsin."
Di çarçoveya tehqîqeta ku ji teref Serdozgerîya Komarî ya Stenbolê ve hat destpêkirin de, ji 46 şikdarên ku ji 47 şikdaran in û hatîye eşkerekirin ji DAÎŞê re fealîyetên aborî û rêxistînî bikartînin di operasyona ku li 4 bajaran hatin lidarxistin de hatin qefaltin.