Serokatîya Karên Hiqûqê û Mafên Însanan ê HUDA PARê, daxuyand ku ew ê li Dîyarbekirê di navbera 15-16ê Sibatê de li Dîyarbekirê “Komxebata Kurdî” ku gelek mirov beşdarî bibin tertîp bike.
Endamê Sazîya Îdareya Giştî ya HUDA PARê Mahmut Şahîn derheqê Komxebata Kurdî ya ku wê ji teref Serokatîya Karên Hiqûqê û Mafên Însanan ê HUDA PARê ve bê tertîpkirin de daxuyanî da, wî destnîşan kir ku ew ê di komxebatê de meseleya Kurdan bi kûrahî bidestbixin û çareserîyên derheqê vê meseleyê de bi raya giştî re parve bikin.
Şahîn, di daxuyanîya ku belav kir de weha got, “Ji teref hemû kesan ve eşkereye ku çareserîya ev meseleya kurd ku ji sedsalî zêdetir e bi gelîtî encamên wî yên xerab dijîn nayê taloqkirin. Divê gelê Kurd mafên wan ên ku xwedîne bên temînatkirin û di rûpela dîrokê de îtîbara wan a ku heq dikin ji wan re bê dayîn. Divê di serî de di warê çand, hûner, edebîyat, civak û aborî de mafên wan bêşert û merc ji wan re bên dayîn.”
“HUDA PARê, ji bo Kurd bighêjin hemû mafên xwe alîkarkirin û însîyatîfgirtinê wek wezîfeya xwe ya eslî dibîne”
Şahîn ku destnîşan kir ku HUDA PAR çareserkirina meselaya Kurdî yek ji meseleyên ewil a welat dibînie weha got, “Di vê pêvajoya ku welatê me û erdnigarîya Îslamê di merhaleyekî krîtîk de derbas dibe de ji bona ku meseleya Kurd bi hemû sebeban were ser maseyê û encamên xerab ji holê bêne rakirin, îmkan û firsedekî muhîm çêbûye. Daxuyanîyên alîgirên raste rast û an jî nerastrast ên vê meseleyê, derheqê ev pêvajoya ku berdewam dike de hêvîyan zindî dike.”
HUDA PARê, ji roja ewil heta niha dibêje ku meseleya herî muhîm û meseleya pêşî ya vê welatê çareserkirina meseleya Kurdan e. Ji bona ku Kurd bighêjin hemû mafên xwe yên sîyasî, nîjadî, dînî û civakî yanê hemû mafên xwe alîkarkirin û însîyatîfgirtinê wek wezîfeya xwe ya eslî dibîne.
“Em ji komxebata xwe re; hemû kesên ku dibêjin di vê meseleyê de gotinên me hene, di çareserîyê de ez jî heme dawet dikin”
Şahîn destnîşan kir ku ew ê di komxebata ku tertîp bikin de meseleya Kurdan bi kûrahî deynin ser maseyê û çareserîyên derheqê pirsgirêkan de jî bi raya giştî re parve bikin:
“Di vê çarçoveyê de Serokarîya Karên Hiqûq û Mafên Însan ê HUDA PARê, di 15-16ê Sibatê de wê li Dîyarbekirê ‘Komxebata Kurdî’ tertîp bike. Em ê di komxebata ku tertîp bikin de meseleya Kurdan bi kûrahî deynin ser maseyê û çareserîyên derheqê pirsgirêkan de jî bi raya giştî re parve bikin. Em bawer dikin ku vê komxebata ku ew ê tertîp bikin ji vê pêvajoya ku berdewam dike re destekekî muspet be; di vî warî de hemû kesên ku dibêjin di vê meseleyê de gotinên ku em bibêjin heye, di çareserîyê de ez jî heme dawetî dikin.
Em ji Xwedayê dilovan daxwaz dikin ku bila vê Komxebata Kurdî ya ku wê di 15-16ê Sibatê de tertîp bikin, ji çareserîyekî adil re destekê bide, ji bo welatê me û gelê me bibe wesîleya xêrê.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç ragihand ku der barê Tanju Ozcanê Serokê Şaredarîya Boluyê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Di encama qezaya ku li navçeya Mehsertêya Mêrdînê pêk hat de 6 kes birîndar bûn.
Ji 7ê Çileyê pêve ew ê 1 lîre 27 qirûş zam li heqê benzînê re bê kirin.
Hat ragihandin li navçeya Tekkekoya Semsûnê 8 wesayît li hev qelibîn.