Li Bexdaya paytextê Iraqê li zanîngeheke taybet di êrîşa çekdarî de 6 kes birîndar bûn.
Bûyer, doh danê nîvro li zanîngeha El Esraa ya li Taxa Kerrada ya Bexdayê pêk hat.
Li gorî medyaya welat, xwendekarekî ku li zanîngehê dixwîne, ketiye kampusê û bi çekê dest bi teqekirinê kiriye. Hat diyarkirin ku di êrîşê de 4 xwendekar, mamostayê zanîngehê û xebatkarên ewlehîyê birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku êrîşkar xwestîye ji cihê bûyerê bireve, lê hêzên ewlehîyê wî girtine û çeka wî desteser kirine.
Hêzên ewlekarîya Iraqê derbarê bûyerê de tehqîqat dan destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Neteweyên Yekbûyî (NY) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ji ber talûkeya cemidandina pitikan di şert û mercên hewaya sar de li Xezzeyê endîşedar in.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku şert û mercên zivistanê yên li Xezzeyê jiyana koçberan zehmet dike.
Balafirgeha Şamê ku bi ketina rejima Esadê ji nû ve ket fealîyetê, dest bi seferên navneteweyî kir. Sefera ewil, ji bajara Şarîkaya Îmaratê re hat kirin.
Barîna berf û sermaya dijwar a ku ji herêmên navendî yên Emrîkayê heta peravên rojhilat tesîrdar e, tesîrê li 13 wîlayetan dike.