Artêşa îşxalê, li Cenîna Şerîaya Rojavayê êrîş li dar xist, di encama êrîşê de 4 jê bajaroka Kabatiyayê tev de 6 Filistînî şehîd bûn.
Çapemenîya herêmî ragihand ku hêzên îşxalker ji doh danê nîvro ve êrîşên berfireh birin ser Cenînê, bi taybet li dijî bajarokê Kabatîyayê.
Li Kabatiyeyê ciwanê bi navê Abdullah Ebû Zeyd di encama gulebarana sekvanên sîyonîst de şehîd bû, Mecdî Hamza Sebaane û Omer Mustafa Sebaane jî bi sûîqesta wesayîta ku tê de bûn şehîd bûn. Filistînîyê bi navê Nasr Kamil dema ku li ser banê mala xwe bû bi guleya sekvaniyê ji sînga xwe birîndar bû şehîd bû.
Hêzên îşxalker li başûrê Cenînê 2 ciwanên bi navê Muhammed û Şewkî El Asûs şehîd kirin.
Li bajarokê Temûn ê başûrê Tûbasê bi şehadeta 2 ciwanan re, hejmara şehîdên Şerîeya Rojavayê di 24 saetên dawî de derket 8an.
Bi vî awayî hejmara şehîdên Şerîaya Rojava ku Qudsa dagirkirî jî di nav de ye ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve derket 775an ku ji wan 167 zarok in.
Li aliyê din zaroka 3 salî ku di encama êrîşa kûçikê artêşa îşxalker de birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cenînê. Nûçegihanê wêneyan Rebîh El-Muneîr jî ji zikê xwe ji ber guleyên îşxalê birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.
Hêzeke taybet a artêşa îşxalker avêtin ser bajarok û malek dorpêç kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
HAMASê, diyar kir ku ew ê tewra tevgerê ya ji bireveberîya nû ya Emrîkayê re wê bi tevger û sekina bireveberîya Emrîqayê ya ji gelê Filistîn, maf û doza wî ya mafder re girêdayî be.
Dadgeha Swêdê, ji Rasmus Paludan ê ku gelek caran heqaret li Quranê kir û Qurana pîroz şewitandibû re, bi îddiaya "tehrîkkirina nefretê" 4 meh cezayê girtîgehê birî.
Artêşa Emrîkayê ragihand ku leşkerekî wan ku hefteya borî li baregeheke deryayî ya li Xezzeyê bi giranî birîndar bûbû, hat kuştin.