Di çalakîya li Nablusê de leşkerekî îşxalkeran birîndar bû
![Di çalakîya li Nablusê de leşkerekî îşxalkeran birîndar bû Di çalakîya li Nablusê de leşkerekî îşxalkeran birîndar bû](/img/NewsGallery/2024/12/18/432984/FeaturedImage/b01311c9-5123-420b-8678-f111ddca0159.webp)
Li bajara Nablusa Şerîaya Rojavayê berxwedêran ji otobûsa ku kedxwar di nav de bûn re bi çekan çalakîyek li dar xistin, di encama çalakîya çekdarî de leşkerekî îşxalker birîndar bû.
Îro di dema şebeqê de li rojhilata Nablusê di navbera hêzên îşxalkeran û berxwedêrên Filistînîyan de pevçûn derket.
Hêzên îşxalkeran, ji rojhilata Nablusê re teqwîye şandin û ji kampa Askar a berê re û li Rucîbê ji xanîyên sîvîlan re êrîş li dar xistin.
Ji êrîşa hêzên îşxalkeran re ciwanên berxwedêr bi keviran bersivê dan.
Hinek berxedêr jî ji otobûsa sîyonîstan a li herêma rojhilata Nablusê re bi çekan gule reşandin.
Di bûyerê de leşkerekî îşxalker ku otobûsê diajot birîndar bû.
Xeyn ji vê agahîyê Hîva Sor jî daxuyand ku ciwanekî Filistînî ji ber ku leşkerên sîyonîst bi wesayîtên xwe li ser wî derbas bûne birîndar bûye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 45 hezar û 97an û hejmara birîndaran jî derket 107 hezar û 244an.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo beşdarî 11emîn Civîna Bilind a Rêxistina Heşt Welatên Pêşketî (D-8) bibe ew ê sibê biçe Misirê.
Sîyonîstên îşxalker li herêmên cuda yên Xezzeyê êrîşan pêk anît, di encama êrîşan de 11 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Karwana Hêvîyê, bi dehhezaran solên ku di îmalatxaneya ku li nêzê herêmekî Derîyê Sînora Refaha Misirê ye de ji bona ku ji mezlumên Xezzeyîyan re bighêjîne derket rê.