Li bajara Nablusa Şerîaya Rojavayê berxwedêran ji otobûsa ku kedxwar di nav de bûn re bi çekan çalakîyek li dar xistin, di encama çalakîya çekdarî de leşkerekî îşxalker birîndar bû.
Îro di dema şebeqê de li rojhilata Nablusê di navbera hêzên îşxalkeran û berxwedêrên Filistînîyan de pevçûn derket.
Hêzên îşxalkeran, ji rojhilata Nablusê re teqwîye şandin û ji kampa Askar a berê re û li Rucîbê ji xanîyên sîvîlan re êrîş li dar xistin.
Ji êrîşa hêzên îşxalkeran re ciwanên berxwedêr bi keviran bersivê dan.
Hinek berxedêr jî ji otobûsa sîyonîstan a li herêma rojhilata Nablusê re bi çekan gule reşandin.
Di bûyerê de leşkerekî îşxalker ku otobûsê diajot birîndar bû.
Xeyn ji vê agahîyê Hîva Sor jî daxuyand ku ciwanekî Filistînî ji ber ku leşkerên sîyonîst bi wesayîtên xwe li ser wî derbas bûne birîndar bûye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi dehan sîyonîstên îşxalker, êrîşî hewşa Mescîdî Eqsayê ya ku li bajara Qudsê ye kirin.
Li welatê Vanuatuya ku yek ji welatên girav a Pasîfîkê ye di mezinahîya 7,3yan de erdhejek pêk hatibû, herjmarê mirîyan zêde dibe.
Tûgayên Qessam, daxuyand ku ew li Kampa Cîbalîyeya bakurê Xezzeyê, malekî ku 11 leşkerên sîyonîst di nav de bûn bi teqemenîyekî qewet teqandine, îşxalkerên di nav de mirin û birîndar bûn.
Serokê Bireveberîya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) Okay Memîş, daxuyand ku di Girtîgeha Sednaya ya ku dihat texmînkirin di nav de însan asê mane de heta niha tu nîşanekî zindîbûnê nehatîye dîtin.