Di zîndanên îşxalê de 75 Filistînî şehîd bûn

Ofîsa Mafên Însanan yê Neteweyên Yekbûyî ragihand ku, ji operasyona “Tofana Eqsayê” vir ve di zîndanên îşxalê de herî kêm 75 kes şehîd bûne.
Ofîsa Mafên Însanan yê Neteweyên Yekbûyî ragihand ku, di zîndanên îşxalê û ‘binçavîyê’ de herî kêm 75 Filistînî şehîd bûne.
49 kesê wan ji Xezzeyê û 24ê wan jî ji Şerîaya Rojava ne. Wefat ji “Tofana Eqsayê” heya Tebaxa 2025an pêk hat.
Ofîsa Mafên Însanan meqamên îşxalê derheqê, “Sekinandina kirinên nebaş û îşkenceya rêzê ya li dijî girtîyên FiIlistînîyan û parastina heqê jiyanê yê girtîyan” hişyar kir.
Di daxuyanîyê de hat gotin ku, rejîma siyonîst biqesdî rewşîn derînsanî dide girtîyan û ev rewş dibe sedema mirinên wan.
Ofîs, lêdanên berdewam, gefên xeniqandinê (waterboarding), şîddeta cinsî, birçîbûn û bêparhiştina ji xizmetên paqijiyê û sihhetê wekî rêbazên îşkenceyê yên sîstematîk ên rejîma siyonîst navnîşan kir.
Her wiha hate destnîşankirin ku rejîma siyonîst bi rêgirtina li gihîştina Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor bo girtîgehan, ji berpirsiyariya xwe direve.
Rêveberîya Neteweyên Yekbûyî van kiryaran wekî "sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê" bi nav kirin û diyar kirin ku divê rejîma siyonîst tavilê hemû muameleyên xerab rawestîne û ewlehiya girtiyan pêk bîne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di encama operasyona berxwedanê ya ku li Refahê hat kirin de 4 leşkerên siyonîst mirin, 8 jî birîndar bûn. Operasyonên berxwedanê yê ku di hefteyên dawîn de li ser hev tê kirin de, zirar dan idraqa ewlehiyê yê artêşa îşxalê.
Li Qudsê di bin parastina polîsên îşxalê 388 siyonîstên Cihû ketin Mescîda Eqsayê û meşên provakatîf li dar xistin.
Hereketa Berxwedana Îslamî (HAMAS), li dijî êrîşên li Xezzeyê tê kirin ji bo çalakîyên sikakê, protestoyên li ber balyozxaneyan û destek dayîna Fîloya Berxwedana Kûrewî bangî raya giştî ya navneteweyî kir.
Li gorî daneyên Sazîya Îstatîstîka rejîma îşxalker, di navbeyna du salan de 137 hezar Cihû, erdên Filistînê yên îşxal kirî terikandin e. Hejmara koçberan du qatê vegerîyan e, ev bi fikara ewlehî, qrîza aborî û tenêtîya navneteweyî re tê girêdan.