Di êrîşên rejima sîyonîst de 78 kes şehîd bûn

Rejîma sîyonîst gelek deverên Xezzeyê hedef girtin. Xanî, wesayît û avahiyên zanîngehê hatin hedefgirtin, di encamê de 78 Filistînî, ku zarok jî di nav wan de bûn, hatin kuştin.
Êrîşên rejîma sîyonîst li ser Xezzeyê bênavber berdewam dikin. Li gorî çavkanîyên Filistînî û berpirsên tenduristiyê, ji doh sibehê ve herî kêm 78 Filistînî di bombebaran û gulebaranê de şehîd bûne.
Êvarê, di êrîşeke li ser maleke li kêleka Dibistana El-Felah a li taxa Zeytûnê ya başûrê rojhilatê Xezzeyê de sê kes hatin şehîdkirin. Li navçeyên rojava, di êrîşeke li ser wesayîtekê de li nêzîkî çarrêya Tayranê çar kes, di nav wan de zarok jî hebûn, hatin şehîdkirin.
Êrîşeke esmanî komeke Filistînîyan kir hedef ku li dora Bircê Zafîr a li taxa El-Seraya ya navenda bajêr kom bûbûn. Di heman demê de, jinek bi guleyên dronê li başûrê taxa El-Bîrqa ya li Dêr el-Belah hate kuştin.
Di dema êrîşan de, rojnamevan Bial Nabîhe jî dema ku li taxa Sabra ya Xezzeyê hilweşandina xanî û topbaranê dişopand, bi guleyekê birîndar bû.
Ji aliyekî din ve, îşxalkeran avahiya Fakulteya Zanist û Teknolojiyê ya Zanîngeha li herêma Kîzan Necar li başûrê Xan Yûnisê jî bi tevahî hilweşand.
Li gorî çavkaniyên tenduristiyê, hejmara şehîdên di êrîşên ku di tevahiya rojê de hatine kirin de gihîştiye 78an. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rêberê Tevgera Ensarullah Ebdulmelîk Hûsî diyar kir ku êrîşên ku ji hêla rejîma sîyonîst ve bi piştgiriya Emrîkayê têne kirin "şermiya serdema me" ne û tekez kir ku Yemen dê bê tawîz di parastina gelê Filistînê de bisekine.
Parlamenter û Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Faruk Dînç got, "Wezîrekî qaşo îsraîlê tehdîd li kesên di vê fîloya keştîyê de ne kir û diyar kir ku ew ê van beşdaran bi awayê herî dijwar ceza bikin. Ji ber vê yekê, divê hemî dewlet, bi taybetî rêvebirên welatên ku welatiyên wan di fîloya keştîyê de ne, ewlehiya vê fîloya keştîyê garantî bikin."
Hejmara qurbaniyên erdheja 6.0 pileyî ya li rojhilatê Efxenistanê gihîştiye 2.205 kesan. Emîrtîya Îslamî hewlên xwe yên alîkarîyê zêde dike û xelk ji rêxistinên navneteweyî alîkariya lezgîn dixwazin.