Ebdulmelîk Hûsî: Ummet di paşketineke kûr a mirovî, exlaqî û dînî de ye

Rêberê Tevgera Ensarullah Ebdulmelîk Hûsî diyar kir ku êrîşên ku ji hêla rejîma sîyonîst ve bi piştgiriya Emrîkayê têne kirin "şermiya serdema me" ne û tekez kir ku Yemen dê bê tawîz di parastina gelê Filistînê de bisekine.
Ebdulmelîk el-Hûsî, rêberê Tevgera Ensarullah a Yemenê, êrîşên rejîma sîyonîst li ser gelê Filistînê şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş bi hevkariya Emrîkayê hatine kirin û "sûcê sedsalê, şerma serdema me" ne. Hûsî diyar kir ku ev sûc "ji bo kesên ku dudilî kirin û hevkariyê kirin çavkaniya şermê ne."
Hûsî roja Pêncşemê bi minasebeta Mewluda Nebî axivî û êrîşên rejîma sîyonîst ên li ser Xezzeyê bi bîr xist ku niha sala xwe ya duyemîn temam kirine û got ku pêdiviyên bingehîn, di nav de şîrê zarokan, bi awayekî sîstematîk têne astengkirin û birçîbûn berbelav e.
Hûsî diyar kir ku rejîma sîyonîst îxlalkirinên xwe yên rojane li Mescîda Eqsayê li Quds û Şerîaya Rojava didomîne û got ku hinek kom li hember bûyeran bêxem dimînin û ev helwest dê berpirsiyaran neparêze.
Rêberê Ensarullahê tekez kir ku zilm û zordariya li ser gelê Filistînê nîşan dide ku ummeta Îslamî "hilweşînek kûr a mirovî, exlaqî û dînî" jiyan kiriye û hemû alternatîfên ku ji hêla ummetê ve hatine pejirandin têk çûne.
Hûsî got, "Plana sîyonîst bi Filistînê ve sînordar nîne; sûcdarên mezin bi awayekî eşkere projeyekê dişopînin ku herêmê hedef digire bi armanca 'îsraîla Mezin'."
Hûsî di berdewamiya axaftina xwe de bi tekez kirina piştgiriya Yemenê ji bo gelê Filistînê got, "Divê her kesê xwedî wijdan ji bo rawestandina kiryarên rejîma sîyonîst ên kuştina girseyî û birçîbûnê tedbîran bigire. Helwesta nakok a heyî ya Ummetê wê wê ber bi felaketê ve bikişîne." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma sîyonîst gelek deverên Xezzeyê hedef girtin. Xanî, wesayît û avahiyên zanîngehê hatin hedefgirtin, di encamê de 78 Filistînî, ku zarok jî di nav wan de bûn, hatin kuştin.
Parlamenter û Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Faruk Dînç got, "Wezîrekî qaşo îsraîlê tehdîd li kesên di vê fîloya keştîyê de ne kir û diyar kir ku ew ê van beşdaran bi awayê herî dijwar ceza bikin. Ji ber vê yekê, divê hemî dewlet, bi taybetî rêvebirên welatên ku welatiyên wan di fîloya keştîyê de ne, ewlehiya vê fîloya keştîyê garantî bikin."
Hejmara qurbaniyên erdheja 6.0 pileyî ya li rojhilatê Efxenistanê gihîştiye 2.205 kesan. Emîrtîya Îslamî hewlên xwe yên alîkarîyê zêde dike û xelk ji rêxistinên navneteweyî alîkariya lezgîn dixwazin.