Efxenistanê, li sînora Îranê embarên kargoyê yên nû vekir
Wezareta Darayî ya Efxenistanê, daxuyand ku ew li Derîyê Sînora Îslam Kaleya li wîlayeta Heratê çar heb embarên kargoyê yên nû vekirin.
Embarên ku bi qasî 78,7 milyon efxenîya Efxenistanê (nêzê 1,18 dolara Emrîkayê) hatine çêkirin, li gorî taybetîyên standardê hatine çêkirin û niha bi temamî di fealîyetê de ne.

Li gorî daxuyanîya ku hatîye dayîn her embarekî qasî 8 hezar ton mal dikare di nav xwe de bihewîne.
Sedema ku wan embaran li Derîyê Sînora Îslam Kaleyê ya Îranê hatîye çêkirin jî ev e ku bila xizmetên li sînor werin başkirin, zêdebûnî were kêmkirin û bazirganî were hêsankirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tora Doktorên Sûdanê, daxuyand ku di nav 48 saetên dawîn de li bajara Delenca wîlayeta Kordofana Başûr 16 kesên ku zarok û pîrek jî di nav de ne mirine, rêxistinên mafên însanan jî diyar kirin ku li giştîyê welat li dijî sîvîlan îxlalên giran pêk têne.
Wezareta Çandinîyê ya Filistînê, daxuyand ku sîyonîstên îşxalker û çeteyên Cihûyî li Şerîaya Rojavayê êrîşê erdên çandinî û daran kirin, di encamê de 3 hezar û 413 dar zerarê dîtin.
Temsîlkarê Emrîkayê Steve Witkoff ji bo merhaleya duyemîn a agirbesta li Xezzeyê ew ê li Miamiyê bi navên payebilind ên Qeter, Misir û Tirkîyeyê re îro civînek li dar bixe.
Sazîya alîkarîyê ya navneteweyî IHO EBRAR, li Etîyopyaya welatê Efrîqayê bi piştgirîya xêrxwazan, bîra avê vekir û bi sedan însanan kêfxweş kir.