Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê ji qetlîam û birçîbûna li Xezzeyê re bertek nîşan da

Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, destnîşan kir ku Misilmanên li Xezzeyê di bin êrîşên rejima îşxalker a hov de bi birçîbûnî û nexweşîyan re micadele didin, ji ber vê yekê bang li alema Îslamê kir ku bila bi lez û bez alîkarîyê bikin.
Di daxuyanîyê de êrîşên ku pîrek û zarokan hedef digre jî wek “qetlîam”ê hat nirxandin.
Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, di daxuyanîya ku ji bo felaketa li Xezzeyê berdewam dike belav kir de, êrîş û dorpêçên rejima îşxalker a li ser gelê sîvîl bi zimanekî tund şermezar kir.
Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ku bi sedhezaran Xezzeyî bi birçîbûnî û nexweşîyan re micadeleyê dikin û got, “Pîrek û zarok di bin birçîbûnîyekî dijwar de micadeleya jîyanê didin. Rejima zalim, konvoyên alîkarîyan asteng dike û birçîbûnîyê wek çekekî bikartîne.”
Emîrtî, êrîşên rejima sîyonîst ên sîstemakî yên li ser gelê Filistînê wek “wehşî û barbar” binav kir, û bi taybetî hedefgirtina pîrek û zarokan wek “qetlîam”ê nirxand. Bal kişand ku tiştên li Xezzeyê têne jîyandin divê ji bo însanîyetê bibe îbret.
Ji Emîrtîya Îslamî van gotinan hatin parvekirin: “Em ji Xwedê Teala daxwaz dikin ku bila ji Misilmanên li Xezzeyê re xelasîyê bike nisîb, xezaba xwe li ser sîyonîstên zalim û alîgirên wan bibarîne. Bila ev xezeb û ceza jî ji hemû însanîyetê re bibe îbredek.”
Di dawîya daxuyanîyê de bang li ummeta Îslamê, welatên Îslamê û civakên navneteweyî hat kirin ku bila ji bona ku ji Xezzeyê re bi lez û bez alîkarî bêne şandin dest bi tevgerekî bikin, “Ji bona ku ev zilm û êrîş bêne sekinandin divê xebat bêne nîşandan. Bileqs heger xebatek neyê kirin ew ê li cem hizûra Xwedê wê tu sebebekî me tinebe ku em bibêjin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 59 hezar û 29an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 142 hezar û 135 kesan.
Francesca Albanese, bêdengiya civaka navneteweyî bi tundî rexne kir û got ku pêkanînên rejîma siyonîst li Xezzeyê qirkirin in.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Bekayî, destnîşan kir ku Tehranê li ser daxwaza Ewrûpayê mizakereyeke nû ya bi Îngilistan, Elmanya û Fransayê re qebûl kirîye.
Jetekî leşkerî yê aîdê Hêzên Hewaya Bangladeşê, li Dakkayê li ser dibistanekî ket xwarê, di encamê de 19 kes mirin, ji 150 kesan zêdetir mirov jî birîndar bûn.