Emrîka: Pêleke nû ya êrîşên li ser Îranê bi dawî bû
Fermandariya Navendî ya Emrîkayê (CENTCOM) ragihand ku êrîşên wan ên dawî yên asmanî li dijî Îranê bi dawî bûne. Êrîşa ku nêzîkî pênc saetan berdewam kir, li gorî agahiyan, pergalên parastina peravê, baregehên mûşek û dronan û bingehên deryayî yên Îranê hedef girtine.
Emrîkayê ragihand ku pêlek nû ya êrîşan li dijî Îranê bi dawî kiriye.
Fermandariya Navendî ya Emrîkayê (CENTCOM) ragihand ku êrîşên asmanî yên li dijî hedefên leşkerî yên Îranê, ku di 13ê Tîrmehê de saet di 10:15ê şevê de bi dema Rojhilatê bi dawî bûn, "bi serkeftî" qediyan.
Li gorî daxuyaniyê, êrîşa ku bi qasî 5 saetan dewam kir, hedefên leşkerî yên li Bûşehr, Çabahar, Cask, Konarak, Girava Ebû Mûsa û Bender Ebasê hedef girt. Hat îddîakirin ku di êrîşan de teqemeniyên rêberiya bi hûrgilî hatine bikaranîn, ku pergalên parastina peravê, tesîsên mûşek û dron û şiyanên deryayî yên Îranê hedef girtine.
CENTCOMê îddîa kir ku armanc ji êrîşê lawazkirina bêtir a kapasîteya Îranê ya êrîşkirina ser keştîyên bazirganî bû, di heman demê de destnîşan kir ku zêdetirî 50.000 leşkerên Amerîkî li herêmê hatine belavkirin û hêzên Amerîkî "di amadebaşiyê de" ne.
Medyaya Îranê ragihand ku di dema êrîşên leşkerî yên Amerîkî de, li Bender Ebas û li giravên Qeşm û Kîş ên li derdora Tengava Hurmuzê dengê teqînan hatiye.
Serokê Emrîkayê Donald Trump berê diyar kiribû ku ew ê şeva Duşemê û Sêşemê "bi tundî li Îranê bidin". Trump her wiha ragihand ku dorpêça deryayî ya Emrîkayê ya li ser Tengava Hurmuzê ji nû ve hatiye destpêkirin û ji bo keştîyên barhilgir ên bazirganî yên ku di tengavê re derbas dibin, ew ê xercê transîtê ya %20 were sepandin.
Di heman demê de, medyaya Îranê ragihand ku balafireke bêmirov a Amerîkî ya cure MQ-1 ji aliyê Supaya Pasdarên Şoreşê ve li ser Tengava Hurmuzê hatiye xistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Pasdarên Şoreşa Îranê, ku bi mûşekên balîstîk baregeha hewayî ya Amerîkî li Urdunê hedef girt, bi vê gotinê bangî gelê Urdunê kir: "Em tu dijminatiyekê li welatê we nakin; berevajî vê, em ji we, gelê me yê hêja, pir hez dikin. Hûn êş û zilma gelê Filistînê ji her neteweyek din bêtir fam dikin."
Rejîma sîyonîst li Xezzeyê agirbestê îxlal kir. Di êrîşên hewayî û topxaneyî de sê Filistînî şehîd bûn û gelekên din jî birîndar bûn. Ji 10ê Cotmeha 2025an vir ve, jimara şehîdan li Xezzeyê gihîştiye 1109 kesan.
Tevgera Ensarullah a Yemenê ragihand ku wan bi mûşekên balîstîk û dronan balafirgeha Abha ya li başûrê Erebistana Siûdî hedef girtiye.