Emrîkaya îşxalker sîvîlên Yemenê hedef girt

Hat ragihandin ku di encama hedefgirtina avahiyekî ji teref Emrîkayê ve li Sanaya paytexta Yemenê de 4 sivîl şehîd bûne û gelek sivîl jî birîndar bûne.
Televîzyona El-Mesîre ya girêdayî Tevgera Ensarullaha Yemenê ragihand: "Di êrîşa hewayî ya ku ji teref dijminên Emrîkayê ve li ser avahiyek li taxa Esr a paytext Sanayê hat kirin de, 4 sivîl hatin kuştin û gelek sivîl jî birîndar bûn."
Di raporê de hat ragihandin ku balafirên şer ên Emrîkayê her wiha êrîşî hinek deverên cuda yên bajarê Hudeyde yê Yemenê kirin.
Berîya niha jî di êrîşên hewayî yên Emrîka û Îngilîstanê yên li ser gelek bajaran ku Sanaya paytext jî di nav de ye, 79 kes şehîd bûbûn û 107 kes jî birîndar bibûn.
Tevgera Ensarullah di 7ê Adarê de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku 4 roj mohlet dane rejîma îşxalker ku alîkarî derbasî Xezzeyê bibe, eger nebe ew ê operasyonên deryayî yên li dijî îsraîlê ji nû ve bidin destpêkirin.
Serokê Tevgera Ensarullah Ebdulmelik El-Hûsî diyar kir ku balafir û keştiyên şer ên Emrîkayê dê bibin hedefa Hûsiyan û heta êrîşên xwe bidomînin, astengkirina seyrûsefera behrê wê Washingtonê jî bigire nava xwe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Nepalê, di pevçûnên ku di protestoyên alîgirên monarşîyê de ku bi polêsan re hat kirin de, 2 kesan canê xwe ji dest dan.
Di erdhejê ku li Myanmarê di mezinahîyên 7,7 û 6,4an de pêk hatin de heta niha 694 kesan canê xwe ji dest dan, 1670 kes jî birîndar bûn.
Emrîkaya îşxaker, di nav 24 seatên dawîn de li herêmên cuda yên Yemenê êrîşên asîmanî pêk anît, di encama 77 êrîşên asîmanî de herî kêm 1 kes şehîd bû, 10 kes jî birîndar bûn.
Li Bangkoka paytexta Taylandê înşaata balaxaneyekî hilweşîya, di encamê de 10 kes mirin, 101 kes jî di bin kavilan de ne.