Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, plana bi temamî îşxalkirina Xezzeyê ya sîyonîstan şermezar kir

Wezareta Karên Derve yê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, biryara bi temamî bidestxistina Xezzeyê ya rejima îşxalker bi tundî şermezar kir.
Wezaret, biryara ku hatîye dayîn wek, gavekî bi talûke û endîşedar ku bibe sedema belavbûn û berdewamkirina herbê nirxand.
Wezareta Karên Derve, di diyarîya ku belav kir de, destnîşan kir ku ew ê ev çalakî zerarê bide rûmeta gelê Filistînê.
Emîrtî ji welatên herêmê re jî bang kir ku bila mesulîyetên xwe yê qanûnî û exlaqî bicîhbînin û pêşî bigrin ku ev felaketa însanî zêdetir nebe.
Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, diyar kir ku bila bi lez û bez di demeke kurt de agirbest bê îlankirin û alîkarîyên însanî ji hindir re bêne şandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 61 hezar û 369an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 152 hezar û 850 kesan.
Li Xezzeya ku bi dorpêç û êrîşên rejima îşxalker xela kurtir dibe, di nav 24 seatên dawîn de 11 kesên dinê jî ji birçîna canê xwe ji dest dan û şehîd bûn.
Polêsê Efxen, li başûrê Efxenistanê 9 ton tiryakê îmhe kirin û 100 kesan jî binçavkirin.