Ensarullahê ji rejima îşxalker re derbeyeke nû lêxist: Ji Balafirgeha Lodê re operasyoneke ÎHAyê

Hêzên Çekdar ên Yemenê ragihandin ku wan bi du balafirên bêmirov êrîşek li ser Balafirgeha Lod a li herêma Ceffa ya îşxalkirî pêk anîne û operasyon serkeftî bûye.
Hêzên Çekdar ên Yemenê ragihandin ku wan wekî bersivek ji bo qirkirina li Xezzeyê operasyoneke bêmirov li dijî Balafirgeha Lodê ya ku li axa ku ji teref rejîma sîyonîst ve hatiye îşxalkirin pêk anîne. Li gorî daxuyaniyê, operasyona ku bi du balafirên bêmirov ên cureya "Yaffa" hatiye kirin, bi serkeftî li hedefa xwe xistiye.
Di daxuyaniya artêşa Yemenê de ev tişt hatin diyarkirin:
"Ev operasyon ji bo piştgiriya gelê Filistînî yê bindest û mucahîdên wan û wekî bersivek ji bo sûcê qirkirinê yê ku ji hêla sîyonîstê dijmin ve li Xezzeyê hatiye kirin, hat kirin."
Di daxuyaniyê de tekez li ser vê yekê hat kirin ku di êvara roja eydê de, dema ku bi mîlyonan hecî berê xwe didin Xwedê û ji bo roja Weqfê amadekariyê dikin, xwîna bêguneh li Xezzeyê berdewam dike, lê piraniya ummeta Îslamî bêdeng û bêçalak dimîne.”
Hêzên Çekdar ên Yemenê ragihandin ku operasyonên ewakî wê bidomin û dûre weha berdewam kir:
"Yemen, bi destûra Xwedê, dê mesûlîyeta xwe yê dînî, exlaqî û mirovî li hember gelê Filistînî yê bindest bi cih bîne. Divê hemû welat û gelên Îslamî jî vê mesulîyetê bigirin ser xwe û ji bêxemiyê, teslîmbûnê û hevkarîyê dûr bisekinin. Helwesta ummetê ku xwedî hêz û îmkan e lê bêdeng dimîne, li ber çavên Xwedê nayê qebûlkirin."
Di dawiyê daxuyanî de van gotinan hatin gotin: "Heta ku êrîşên li ser Xezzeyê neyên rawestandin û dorpêç neyê rakirin, operasyonên me dê berdewam bikin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 59 hezar û 29an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 142 hezar û 135 kesan.
Francesca Albanese, bêdengiya civaka navneteweyî bi tundî rexne kir û got ku pêkanînên rejîma siyonîst li Xezzeyê qirkirin in.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Bekayî, destnîşan kir ku Tehranê li ser daxwaza Ewrûpayê mizakereyeke nû ya bi Îngilistan, Elmanya û Fransayê re qebûl kirîye.
Jetekî leşkerî yê aîdê Hêzên Hewaya Bangladeşê, li Dakkayê li ser dibistanekî ket xwarê, di encamê de 19 kes mirin, ji 150 kesan zêdetir mirov jî birîndar bûn.