Ensarullah: Balafirgeha Ben Gurionê bi fuzeyên hîpersonîk hedef girt

Tevgera Ensarullahê Yemenê, daxuyand ku ew bi fuzeyên hîpersonîkê li dijî Balafirgeha Ben Guriona li Tel Avîvê operasyonek li dar xistin.
Berdevkê Tevgera Ensarullahê Yahya Serî, di daxuyanîya ku da de weha got, “Me li dijî Balafirgeha Ben Guriona ku li nêzê Tel Avîvê ye bi fuzeyên hîpersonîk ên bi navê ‘Filistîn-2’yan operasyonekî leşkerî li dar xist.”
Serî destnîşan kir ku operasyon bi serfirazî gihîşt armanca xwe û seferên balafigehê jî hatin sekinandin, ji ber operasyonê gelek sîyonîst jî mecbûr man ku xwe sipartin sitargehan.
Yahya Serî destnîşan kir ku ev operasyon ji bona ku êrîşên li dijî Xezzeyê û Yemenê têne lidarxistin hatîye plankirin û lidarxistin.
Serî îfade kir ku heta dorpêça li ser Xezzeyê neyê rakirin ew ê operasyonên xwe dawî nekin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji teref artêşa rejima sîyonîst ve li Xezzeyê êrîşên nû hatin lidarxistin, di encama wan êrîşan de 7 jê li hewşa nexweşxaneyê tev de 32 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Di felaketa lehî ya ku li Pakistanê piştî baraneke dijwar pêk hat de 645 kesan canê xwe ji dest dan.
Li bajara Tebessaya rojhilata Cezayîrê di mezinahîya 5,8an de erdhejek rûda. Piştî erdhejê gelek erdhejên biçûk jî hatin qeydkirin.