Tevgera Ensarullahê Yemenê, li Behra Umman û Bendera Adenê 3 keştîyên îkmalê û murîbekî aîdê Emrîkayê, bi 16 fuzeyên balîstîkî û balafirên bêînsan yê hewayê ve hedef girtin û hedefên wan îsabet girtin.
Berdevkê Tevgera Ensarullahê Yahya Serî, îfade kir ku Hêzên Behrê yê Yemenê, li Behra Umman û Bendera Adenê 3 keştîyên îkmalê û murîbekî aîdê Emrîkayê hedef girtin.
Serî, di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ku ew muhrîbekî û 3 keştîyên bi navê Stena İmpeccable, Maersk Saratoga û Liberty Graceyê bi 16 fuzeyên balîstîkî û balafirên bêînsan yê hewayê ve hedef girtin.
Serî, îfade kir ku hedefên wan îsabet girtine.
Hat îfadekirin ku ev operasyon ji bo gelê Filistînê û ji bo bersivdayîna ji êrîşên Emrîkayê ya li dijî Yemenê têne kirin hatîye kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Malezyayê ji ber lehîyê 6 kes mirin û 130 hezar kes jî koçber bûn.
Hat diyarkirin ku di êrîşên ku di 48 saetên dawîn da li bakurê Xezzeyê ji teref sîyonîstên îşxalker ve hatin kirin de zêdeyî 200 Filistînî di bin xirbeyên xanîyan de şehîd bûn.
Rêveberîya Iraqê ragihand ku sînorên vî welatî bi temamî hatine girtin.
Piştî agirbesta bi Lubnanê re hate îmzekirin, artêşa îşxalker di roja xwe ya 5emîn de herî kêm 10 caran agirbestê îxlal kir.