Tevgera Ensarullahê ya Yemenê, diyar kir ku ew keştîya balafirê û du destroyerên aîdê donanmaya Emrîkayê ku li Behra Ummanê û Behra Sor in hedef girt.
Tevgera Ensarullahê, piştî êrîşên li dijî Xezzeyê operasyonên xwe yên li dijî sîyonîstan û Emrîkaya îşxalker didomîne.
Berdevkê Tevgera Ensarullahê Yemenê Yahya Serî, destnîşan kir ku ew keştîya balafirê ya USS Abraham Lincoln ku aîdê Emrîkayê ye bi fuzeyên plankirî û ÎHAyan hedef girtin.
Serî, destnîşan kir ku ew xeyn ji vê operasyonê 2 destroyerên aîdê Emrîkayê jî bi fuzeyên balîstîkî û balafirên bêînsan yê hewayê ve hedef girtine.
Yahya Serî destnîşan kir ku heta êrîşên li ser Xezze û Libnanê neyên sekinandin ew ê nesekinin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Parastin a Emrîkayê (Pentagon), rast kir ku Tevgera Ensarullahê li Bab El Mendebê du destroyerên Emrîkayê bi fuze û ÎHAyan hedef girtine.
Li Ekvadorê di girtîgehê de di navbera endamên çeteyan de şer derket, 15 mehkûm mirin, 14 mehkûm jî birîndar bûn.
Di êrîşa li dijî gundê Bu Kemala nêzê sînora Iraqê ya artêşa Emrîkaya îşxalker li rojhilata Sûrîyeyê de herî kêm 5 kesan canê xwe ji dest dan.