Ensarullah: Me 3 tankerên Siûdî hedef girt û 16 keştî neçar man ku paşve vegerin
Karbidestên Ensarullahê ragihandin ku wan sê tankerên petrolê yên Siûdî hedef girtine û 16 keştî neçar kirine ku paşve vegerin, û ew hîn jî rê li ber derbasbûna keştîyên Siûdî ji Bab el-Mendebê digirin.
Çavkaniyek ji tevgera Ensarullah a li Yemenê ji televîzyona El Mayadeen re got ku hêzên wan di 48 seatên borî de sê tankerên petrolê yên Siûdî kirine hedef.
Çavkaniyê diyar kir ku hejmara keştîyên Siûdî yên ku ji roja Duşemê ya borî heta îro, Yekşemê, paşve vegeriyane û rê li derbasbûnê girtine gihîştiye 16an.
Çavkaniyê diyar kir, "Ji dema ku dorpêça Yemenê hatiye ferzkirin, ti tankereke petrolê ya Siûdî ne ji Tengava Bab el-Mendebê derbas bûye, ne ji aliyekî ve ne jî ji aliyê din ve."
Rayedarê Ensarullahê, tekez kir ku "qedexeya li ser keştiyên Siûdî hîn jî di meriyetê de ye", û destnîşan kir ku "hêzên çekdar ên Yemenê rê nadin ku tu keştiyek derbas bibe."
Ensarullah roja Pêncşemê ragihand ku wan du tankerên petrolê yên Siûdî ji ber îxlalkirina qedexeya behrê li Behra Sor hedef girtine. Ajansa Nûçeyan a Siûdî paşê piştrast kir ku tankerek aîdî şîrketek Siûdî hatiye lêdan û agir pê ketiye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres daxwaza rakirina dorpêçên li ser Sûrîyeyê û xurtkirina piştgiriya gerdûnî kir.
Kabîneya Ewlehiyê ya qaşo ya rejîma sîyonîst, şandina hêzeke îstîqrarê ya navneteweyî bo Xezzeyê qebûl kir. Hikûmeta Netanyahu diyar kir ku ev hêza navneteweyî tenê bi erêkirina rejîma sîyonîst û bi hemahengiya tevahî bi artêşa îşxalker re ew ê bixebite.
Li Şerîaya Rojava ya îşxalkirî, êrîşên rejîma sîyonîst û tundûtûjiya zêde ya çeteyên Cihûyan herêmê dixe nav spiraleke nû ya aloziyê, di heman demê de ajansên ewlehiyê yên rejîmê hişyarî dane rêveberiya siyasî ku "dikare kontrol winda bibe".
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku hejmara qurbaniyên êrîşên rejîma sîyonîst li ser Lubnanê gihîştiye 4332 kesan, di heman demê de hejmara birîndaran jî gihîştiye 12236 kesan.