Knessetê hişyariya "Întîfadayeke Sêyemîn" kir
Li Şerîaya Rojava ya îşxalkirî, êrîşên rejîma sîyonîst û tundûtûjiya zêde ya çeteyên Cihûyan herêmê dixe nav spiraleke nû ya aloziyê, di heman demê de ajansên ewlehiyê yên rejîmê hişyarî dane rêveberiya siyasî ku "dikare kontrol winda bibe".
Li Knessetê, qanûndanêrên muxalefetê hikûmeta serokwezîrê kujer Binyamîn Netanyahu bi veguherandina Şerîaya Rojava bo "bermîleke barûtê" sûcdar kirin, û bal kişandin ser talûkeya "Întîfadaya Sêyemîn".
Li gorî Kanala 12, ku dezgeheke nûçeyan a bi zimanê Îbranî ye, berpirsên qaşo ewlehiyê yên rejîma sîyonîst rêberên sîyasî û nûnerên çeteyên Cihûyan hişyar kirine ku rewşa li Şerîaya Rojava ji ber zêdebûna êrîşên van koman dikare ji kontrolê derkeve. Hêzên ewlehiyê diyar kirin ku ji bo kêmkirina rageşiyê gavên bilez hewce ne.
Ev hişyarî piştî bûyerên roja Înê yên li nêzîkî bajarokê Tel, li başûrê rojavayê Nablusê, hatin, ku tê de çar Filistînî şehîd bûn û du leşkerên rejîma sîyonîst, di nav wan de kordînatorekî herêmî jî hebû, hatin kuştin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Kabîneya Ewlehiyê ya qaşo ya rejîma sîyonîst, şandina hêzeke îstîqrarê ya navneteweyî bo Xezzeyê qebûl kir. Hikûmeta Netanyahu diyar kir ku ev hêza navneteweyî tenê bi erêkirina rejîma sîyonîst û bi hemahengiya tevahî bi artêşa îşxalker re ew ê bixebite.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku hejmara qurbaniyên êrîşên rejîma sîyonîst li ser Lubnanê gihîştiye 4332 kesan, di heman demê de hejmara birîndaran jî gihîştiye 12236 kesan.
Karbidestên Ensarullahê ragihandin ku wan sê tankerên petrolê yên Siûdî hedef girtine û 16 keştî neçar kirine ku paşve vegerin, û ew hîn jî rê li ber derbasbûna keştîyên Siûdî ji Bab el-Mendebê digirin.