Fatoreya qirkirina Xezzeyê: Qatilek dînê jî întîhar kir

Leşkerekî dinê yê îşxalker ku di qirkirina li Xezzeyê de wezîfe girtîye, li baregeha leşkerî ya li Bakurê Filistînê întîhar kir. Van bûyerên întîharê bedêla psîkolojîk a qetlîamên îşxalkeran nîşan didin.
Li Xezzeyê rejîma terorê tim û tim qetlîaman rast dike. Ji bo îşxala bi temamî ya Xezzeyê jî dikevin herêmê. Lê mucahîdên Qessam û komên berxwedanê yên dinê darbeyên giran li rejîma terorê dixwe.
Ji ber darbeyên giran ên berxwedan û mucahîdan pîskolojiya rejîma terorê xera bûye.
Leşkerên rejîma terorê ji ber pirsgirêkên pîskolojîk întîhar dikin. Eskerekî çete yên dinê jî xwe întîhar kir.
Hat îfadekirin ji despêka sala 2025an û vir ve 18 leşker ji ber pirsgirêkên pîskolojîkî xwe întîhar kirine.
Di sala 2024an de jî 21 çeteyên îşxalker xwe întîhar kirine.
Hat îfadekirin ku sebeba întîhara temamî leşkeran ji ber darbeyên giran ên ku ji Qessam û mucahîdên din yên berxwedanê xwarine ye. Gelek çeteyên siyonîst jî vêga tedawiya pîskolojîkî dibînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Aktîvîstên ji Tirkîyeyê beşdarî Fîloya Sumudê bûn diyar kirin ku armanca wan a ewil şikandina dorpêça li ser Xezzeyê ye û bal kişandin ku ew bi biryar in ku bigihîjin armanca xwe.
Li Şama paytexta Sûrîyeyê, di baregehekî leşkerî yê ku li nêzê Balafirgeha Navneteweyî ye de teqînek pêk hat. Derheqê sedema teqînê de hêj daxuyanîyeke fermî nehat dayîn.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, êrîşa ku li Behra Karayîpê li dar xist û di encamê de 11 kes mirin wek “micadeleya bi tiryakê re” nîşan da. Encax bireveberîya Caracasê, bal dikşîne ku armanca Washingtonê çavkanîyên nefta dewlemend a Venezuelayê ye.
Ensarûllahê Yemenê operasyonên xwe yên li dijî rejîma terorê dewam dike. Ensarûllahê li dijî çar cîhên mûhîm ên sîyonîstan û keştîyeke Emrîkayê operasyon li darxist.