Di Qada Şêx Seîd de ji bo Xezzeyê dua hat kirin

Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve bi navê “Ji Bo Xezzeyê Têne Cem Hev” bernameyek hat tertîpkirin, Dîyarbekirîyên ku hatin bernameyê ji bo Xezzeyê duayan kirin.
Qirkirin û qetlîamên ku rejima îşxalker ev bû nêzê 2 salan e li Xezzeyê li dar dixe, bi îmtîhana birçîbûnî û bêavîyê berdewam dike.
Weqfa Evîndarên Pêxember ku ji roja ewil a Operasyona Tofana Eqsayê vir ve meydanan vala nehiştîye, ji bona ku bibe dengê Misilmanên ku di bin zilma çeteyên sîyonîstan de ne û ji bona ku piştgirîyê bidin wan doh êvarê li Dîyabekirê li qadan bûn.
Weqfa Evîndarên Pêxember banga “Şalika Xwe Bigre Û Were” kir û bi hezaran Dîyarbekirîyan di Qada Şêx Seîd de gihand hev.
Dr. Sertaç Tekdal, bi navê Weqfê axivî, di axavtina xwe de qala micadeleya ku ji bo Mescîdî Eqsayê tê dayîn, tesîra Misilmanên Xezzeyê yên li ser alema Îslamê û yên ku îxanetê dikin kir.
“Ew dîmena birçîbûnî û bêavîyê şermekî cîhanê ye”
Tekdal, destnîşan kir ku ev bû du sal in wehşet û qirkirin li Xezzeyê nasekine, digel vêya jî micahîdên qehreman û egîd ên Xezzeyê serê xwe natewînin û berxwe didin, “Ev berxwedana ku digel hemî êş, jan û pirsgirêkên ku dijîn berdewam dike sîyonîstê îşxalker carekî dinê dîn û har kirîye, wan sîyonîstan kirine wek wehşan û îro wan îşxalkeran dixwazin ku bedenên biçûk bi birçîbûnîyê dev jê bidin berdan.”
“Em di nav hemî bêdengîya ummeta Îslamê û cîhanê de bi fedekarî û qehremanîyekî gelê Xezzeyê rûbirû ne. Xezze; cîh û gelekî ku îzzet, cesaret, teslîmîyet û temsîlîyeta heq a Îslamê di nav xwe de nîşan dide ye. Wana, ev temsîlîyetê wisa bi heqîyê bicîhtînin ku dinya di nav matmayî de berxwedan û metaneta wan temaşe dikin. Helbet ev rewşa gelê fedekar ku birçî, tî û tazî ne ji bo ummeta Îslamê zilletekî ye. Ew birçîbûnî û tîbûnî ji bo cîhanê şermekî ye. Feqet, gelê Xezzeyê Îslamê bi heqîyê temsîl dike, ku ev jî di dîrokê de ji Hezretî Resûlê Xwedê heta niha ve bi herî xweşik tê nîşandan.”
“Yên ku di oxira Quranê de micadeleyê didin wê bi îzzet, yên ku ji bo menfeatê jî micadeleyê didin di nav zilletê de werin yadkirin”
Tekdal bal kişand ên ku di oxira doza Îslamê de micadeleyê didin bi îzzetê, yên ku di nav îxanetê de jîyanekî derbas dikin jî bi zilletê werin yadkirin, dûre axavtina xwe weha berdewam kir:
“Ev micadele micadeleyekî wisaye ku, temsîlkarên vê doza ku Resûlê Xwedê li Erebistanê da destpêkirin, li Efrîqa, Qefqesya, Anadolî û Kurdistanê jî hebûnek nîşan da. Çawa ku di dîrokê de yên ku wek van egîdên ku micadeleyê didin, bila Îslam û doza Resûlê Xwedê bi heqîyê were cîh anîtin hebûne, mixabin yên ku îxanetê kirine û ji bo menfeatê xwe tevgerîyane jî hebûne. Mixabin mirovên ku ehlê Îmanê ne û tewr û sekinekî ewakî nîşan didin jî hebûne.”
Tekdal, di berdewama axavtina xwe de qala îxanetên ku îro têne kirin jî kir û got, “Dîrok menzûmeya îbredê ye. Heger ji dîrokê îbret were girtin însan ew ê rêya xwe bi heqîyê bibîne lê ji dîrokê îbred neyê girtin wê wan dîmenên zîlletê dîsa berdewam bikin. Piştî wefata Resûlê Xwedê em dibînin ku însanan ketin rêyên cuda. Em dibînin ku hinekan micadeleya eqîdeya rêya Pêxemberê me dane û xwe feda kirine lê bi tevî wan em dibînin ku hinek jî ji bo menfeatên xwe yên dinyewî û menfeatên xwe gavan avêtine û tevgerîyane, em di dîrokê de vana dixweyînin û jê re dibin şahid. Lê em vêya jî dibînin yên ku ji bo eqîdeyê, dîn û Quranê micadeleyê didin bi îzzetê têne yadkirin, yên ku ji bo menfîetên dinyayê micadeleyê dane jî bi zilletê têne yadkirin.”
“Selaheddîn Eyyûbî azadîya Qudsê kir armanca xwe û ji însanîyetê re bû mînakek”
Sertaç Tekdal, derheqê micadeleya Selaheddîn Eyyûbî ya ku Fatihê Qudsê ye de jî axivî û got, “Dema ku em li micadeleya Selahedînê Eyyûbî yê Fatihê Qudsê dinêrin, dibînin ku heta emrê xwe yê 26 salî bi perwerdehîya îlmê mijul bûye. Piştî vêya 30 sal micadeleya Qudsê da û daîma li ser hespan bûye û di sehayan de micadeleyê daye. Menfeatekî xwe yên cîhanî ji ber çavên xwe derxist û tenê azadîya Qudsê kir hedefa xwe. Bi vê şeklê Selaheddîn Eyyûbî bû mînakek. Selaheddîn Eyyûbî li pey armanca xwe diçû lê di heman dîrokê de Emîrê Helebê Gumuştekîn jî ,qaşo ehlê îmanê bû, menfeatên xwe da pêş û bi Xaçperestan re hevkarîyê kir, li hember Selaheddîn ket nav îxanetê. Ew hemî di nav zilletê de mirin, Selaheddîn Eyyûbî ji wan zêdetir jîya. Lê îro ew bi zilletê Selaheddîn jî bi îzzetê tê yadkirin.”
Tekdal derheqê jîyana Omer Muxtar û Şêx Seîd Efendî de jî mînakan da û qala îxanetên Kalê Qralê Urdunê, Şerîf Huseyîn, Enver Sedat, Husnu Mubarek jî kir û mirina wan a di nav zilletê de bibîrxist.
Tekdal, derheqê sekin û têkilîya Tirkîyeyê ya bi rejima îşxalker de jî axivî û got, “Di damezrandina qaşo ya rejima îşxalker de welatê ewil a Misilmanan Tirkîye bû. Ev jî li ser enîya Tirkîyeyê qirêjekî herî gemar bû. Di nav pêvajoyê de ji bona ku wê lekeyê were rakirin gavên xweş hatin avêtin lê mixabin ev leke hêna jî di enîya me de ye. Îro em mecbur in ku ji Xezzeyê re hemî alîkarîyan bikin, ev deynekîye li ser milê me. Heger Tirkîye dixwaze ku vê lekeyê ji xwe bibe, divê bi her alîyê û daîmî alîkarîyan bike.”
Bername bi duakirina ji teref Mele Remzî Uçar ve dawî bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê di avahîyekî 8 qatî ya nav sîteyekî de şewat derket. Di şewatê de 3 personelên îtfaîyeyê ji dûmanê tesîrdar bûn.
Li Kuçukçekmeceya Stenbolê otobûsek û qamyonek jî di nav de qezaeyek zîncîrî pêk hat, di encama qezaya zîncîrî de kesekî canê xwe ji dest da, neh kes jî birîndar bûn.
Bernameya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” ku ji teref Komeleya Mêrdînê ya Evîndarên Pêxember ve hat tertîpkirin, piştî perwerdehîya ku di nav du hefteyan de hatin dayîn bi bernameya fînalê hat dawîkirin.