Futbolvanê Netewî ya Filistînî yê berê Suleyman el-Ubeyd li Xezzeyê şehîd bû

Hejmarê sporvanên ku di êrîşa rejima îşxalker de li Xezzeyê şehîd bûne gihîşt 660î. Şehîdê herî dawîn, stêrka berê yê taxima netewî Suleyman el-Ubeyd bû.
Hat îfadekirin ku Suleyman el-Ubeyd li Xezzeyê di êrîşên dawîn de şehîd bû. Li gorî çavkanîyên herêmê, El Ubeydê 41 salî, dema ku di rêza alîkarîyê de bû ji teref rejima sîyonîst ve hat hedefgirtin û hat şehîdkirin.
Bi tevî şehadeta El-Ubeyd, hejmarê sporvanên ku ev bû 22 meh in li Xezzeyê şehîd bûne gihîşt 660î. Tenê di meha Tîrmehê de 39 sporvan, ciwan û îzcî ji teref sîyonîstan ve hatin şehîdkirin.
Camîaya spor a Filistînê vê cînayetê şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku bila bêdengîya xwe xera bikin û mesulîyetan bigrin ser xwe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma sîyonîst êsîrekî din ê Xezzeyê li navendeke lêpirsînê şehîd kir. Şehadet bi mehan hate veşartin, û rejîma îşxalker hewl da ku bûyerê wekî "ketineke tesadufî" veşêre.
Li peravên Kamcatkayê di mezinahîya 6.4an de erdhejek çêbû.
41 Parlamenterên Ewrûpayê ji Neteweyên Yekbûyî xwestin, bila NY ambargoyê bide ser rejîma terorê. Parlementeran gotin ku NY bi rejima terorê re tîcaretê dike û ev yek nayê qebûlkirin.