Goreke komî li baregeha berê ya rejîma Şamê hat dîtin
Goreke komî li herêma Katna ya gundewarê Şamê, Sûrîyeyê, li ser erdê baregeheke leşkerî ya berê ya rejîma Beşar Esed a hilweşiyayî hate dîtin.
Li gorî daxuyaniyek ji Komîteya Neteweyî ya Sûrîyeyê ya ji bo Kesên Winda, ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê li herêma Katna ya gundewarê Şamê operasyonên berfireh ên lêgerîn û rizgarkirinê pêk anîn.
Di dema kolandinê de, gelek termên mirovan di bîreke kûr de li herêmê hatin dîtin ku berê ji hêla hêzên rejîmê ve wekî baregeheke leşkerî dihat bikaranîn.
Ji bo tespîtkirina termên mirovan ên li herêmê hatine dîtin û diyarkirina çarenûsa kesên winda lêkolîn hatiye destpêkirin.
Li gorî raporê, ekîban nimûneyên hestî û tevnên keşifkirî li gorî pîvanên navneteweyî belge kirin û li deverên ewle hilanîn.
Piştî hilweşandina rejîma Beşar Esed di Kanûna 2024an de, gelek gorên komî û term li bajarên Sûrîyeyê, hatin dîtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îşxalkerên sîyonîst ên ku erdên Filistînê desteser kirine, li Qudsa Rojhilat a îşxalkirî êrîşî Mizgefta Eqsayê kirin. Li gorî raporan, îşxalkeran li hewşa mizgeftê gerên provokatîf pêk anîne, rêûresmên Talmûdî pêk anîne.
Li peravên Girava Qeşm, di êrîşeke li ser keştiyeke bazirganî ya Komara Îslamî ya Îranê de kesek hat kuştin û sê kes jî birîndar bûn.
Hejmara qurbaniyên êrîşên rejîma sîyonîst li ser Xezzeyê gihîştiye 73,783 kesan. Ji 10ê Cotmeha 2025an vir ve, ji dema ku agirbest li Xezzeyê dest pê kir, 1.370 kes di êrîşên îşxalkeran de şehîd bûne.