Greva 43 rojî ya hemşîreyan li Kenyayê bi dawî bû
Li Kenyayê, greva 43 rojî ya hemşîreyan piştî peymana vegerandina kar a di navbera hikûmet û sendîkayê de bi dawî bû.
Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Hemşîreyan Seth Panyako, ragihand ku endamên sendîkayê ew ê di nav 24 saetan de li nexweşxaneyan vegerin ser karên xwe.
Li gorî peymanê, hikûmet û sendîkayê li ser heyamek 45 rojî li hev kirine da ku danûstandinên li ser bicîhanîna peymana kolektîf a ku di sala 2017an de hatibû îmzekirin lê ji ber sînordarkirinên budçeyê nehatibû bicîhanîn, temam bikin.
Greva hemşîreyan li hember nebicîhanîna peymana kolektîf a piştî şeş mehên rawestandina kar di sala 2017an de hatibû îmzekirin, dest pê kir.
Ev pêşketin piştî wê yekê tê ku hemşîre rojek berê ber bi ofîsa Encumena Waliyan ve meşiyan, ku 47 hikûmetên herêmî yên Kenyayê li hev dicivîne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî medyaya Amerîkî, hinek berpirsên payebilind û pisporên Qesra Spî nirxandina xwe ya ku dibêjin şerek bi Îranê re dikare heta dawîya dema serokatiya wî, di Çileya 2029an de, bidome, ji Trump re ragihandine. Di axaftina xwe ya doh de, Trump diyar kir ku şerê bi Îranê re ew ê di demek kurt de piştî hilbijartinên navîn ên Mijdarê bi dawî bibe.
Hêza Behrê ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ragihand ku wan li Tengava Hurmuzê balafireke bêmirov a Saildrone Explorer a Amerîkî ku ji bo keşf û çavdêriya deryayî dihat bikaranîn, hedef girtiye.
Li gorî agahîyan, rayedarên rejîma sîyonîst li Şerîaya Rojava ya îşxalkirî 13 planên niştecihbûnê dinirxînin ku tê de avakirina 1670 xanîyên nû tê pêşbînîkirin. Di nav planan de avakirina sê niştecihbûnên nû yên cihûyan jî heye.