Hêzên îşxalker êrîşî deverên gundewarî yên Sûrîyeyê kirin
Bi berdewamiya îxlalkirinên xwe, hêzên îşxalker ên sîyonîst ber bi gundewarê Quneytrayê ve pêşve çûn û malek girtin.
Qenala televîzyonê ya dewleta Sûrîyeyê El Îxbariye ragihand ku dewriyeke îşxalkeran ketiye gundê Barîka li gundewarê başûrê Quneytrayê.
TVyê ragihand ku ekîbên dewriyeyê avêtin ser malekê û lêgerîn kirin, lê heta niha ti agahî li ser revandinê tune ye.
Ev êrîş di demekê de tê ku hêzên îşxalker li deverên gundewarî yên Quneytrayê kiryarên neqanûnî dikin; doh, hêzên îşxalker bi du topan erdên çandiniyê yên li başûrê bajêr jî hedef girtin.
Wezîrê Derve yê Sûrîyeyê El Şeybanî doh di vekirina 166emîn civîna wezîran a Konseya Yekîtiya Ereban de got ku Sûrîye ji bo çareseriyeke dîplomatîk pabend dimîne û "ji bo bidawîanîna êrîş, girtin û îxlalkirinên rejîma îşxalker a îsraîlê dixebite."
Wezareta Karên Derve berê bi berdewamî tekez kiribû ku êrîşên ku ji hêla rejîma îşxalker ve li herêmên Dera û Quneytra yên di nav axa Sûrîyeyê de hatine kirin, îxlalkirinek eşkere ya serwerî û yekparçeyiya axa Sûrîyeyê û îxlalkirinek eşkere ya hiqûqa navneteweyî, Peymana Neteweyên Yekbûyî û Peymana Veqetînê ya 1974an e. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Erebistana Siûdî ragihand ku li başûrê welat êrîşek li ser tesîsên enerjiyê hatiye kirin.
Rejîma sîyonîst 12 Filistîniyên ku li Xezzeyê esîrgirti bûn berdan. Li gorî agahiyan, piraniya wan esîrên ku hatine berdan karker in û hatiye ragihandin ku esîr di girtîgehên sîyonîst de rastî îşkenceyên sîstematîk, muameleya xerab, kêmasiya xwarinê û şert û mercên nemirovane hatine.
Wezîrê Derve yê Sûrîyeyê Esed Hesen Şeybanî ragihand ku ew bi navbeynkariya Emrîkayê danûstandinan dikin da ku êrîşên rejîma sîyonîst li ser welatê wî bi dawî bibin û xetên berî 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an vegerin.