Di operasyonên Hîzbullahê ku li dijî axên îşxalkirî li dar xist de sîyonîstekî mir, herî kêm 17 îşxalker jî birîndar bûn.
Hîzbullah, ji herêmên Benî Brak û Ramat Ganê ku li nêzê Tel Avîvê ne re bi fuzeyan operasyon li dar xist.
Li gorî çapemenîya îşxalê di encama operasyonê de yek jê giran 5 kes birîndar bûn.
Hîzbullah, doh ji bakurê axên îşxalkirî re ji 100î zêdetir fuzeyan avêt, ji Tel Avîvê re jî fuzeyekî avêt.
Hat îfadekirin ku li bajaroka Şfarma Celîleyê roket li avahîyekî ket û di encamê de kesekî mir, gelek kes jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku ji ber operasyonên Hîzbullahê 56 kes ji ber anksîyeta akutê ji nexweşxaneyê re hatin rakirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma sîyonîst a îşxalker, di êrîşên dawîn ên li Libnanê de herî kêm 35 kesan şehîd kir, 143 kesan jî birîndar kir.
Rejîma îşxalker, êrîşî Cenîna Şerîaya Rojavayê kir, di encamê de 3 kes şehîd bûn.
Midûrê Nexweşxaneya Kemal Advanê Hûsam Ebû Safîyye, destnîşan kir ku hêna jî nexweşxane di bin dorpêça îşxalkeran de ye, ji têketina dermanan a ji nexweşxaneyê re jî astengî tê derxistin.
Berxwedana Iraqê, ji hedefekî stratejîk a axên Filistîna îşxalkirî re opersyon li dar xist.