HAMAS: Qetlîama konên li Xan Yûnisê sûcekî şer e, divê welatên garantor tavilê tedbîran bigirin
HAMASê diyar kir ku êrîşa li ser konên sivîlên koçber ên li herêma Mewasiyê sûcê şer ê nû yê rejîma sîyonîst e, agirbestê îxlal dike û got, "Rejîm ji hemû encamên wê berpirsiyar e, û divê garantor tavilê tedbîran bigirin."
Hamasê êrîşa li ser konên ku sivîlên bêwar li herêma Mawasî ya rojavayê Xan Yûnisê îşev lê dimînin wekî "sûcekî şer ê diyarkirî" bi nav kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ev êrîşa hovane ya rejîma sîyonîst bêrêziyeke eşkere ye li hember peymana agirbestê ya hatiye ragihandin û hewldanek e ji bo dûrketina ji pabendbûnên xwe."
HAMASê rejîma sîyonîst ji vê êrîşê û hemî encamên wê yên gengaz mesul dît.
Tevgerê bang li welatên garantor û navbeynkaran kir ku gavên tavilê û bi bandor bavêjin da ku êrîşên rejîmê rawestînin. "Divê destûr neyê dayîn ku Netanyahu yê sûcdar û hikûmeta wî ya tundrew peymanê sabote bikin, û divê êrîş, nemaze li dijî sivîlan û deverên niştecihbûnê, bi tevahî werin rawestandin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Medyaya îşxalkeran ragihand ku çar leşkerên ji Tûgaya Golanî di pevçûnên li Refaha başûrê Xezzeyê de birîndar bûne.
Rejîma sîyonîst li herêma Mawasîya rojavayê Xan Yûnisê, konên ku xelkê bêwar tê de diman hedef girt. Ji heman malbatê şeş Filistînî şehîd bûn û 32 kes jî birîndar bûn.
Tûgayên Qessam û Serîyyeyên Qudsê, doh êvarê ceseda sîyonîstekî êsîrê dinê jî teslîmê îşxalkeran kir.