Tevgera Berxwedana Îslamî ya HAMASê, destnîşan kir ku qetlîama rejîma sîyonîst a ku li Beyt Lahîyaya Xezzeyê pêk anît û 66 kesan şehîd kir encamên biryara vetoyê ya Emrîkayê ye.
Hereketa berxwedana Îslamî, derheqê vetoya Emrîkayê ya teklîfa agirbesta acîl a ji bo xezzeyê de daxuyanî da.
Ji teref HAMASê ve hat îfadekirin, rejima îşxalê herî dawîn li Beyt Lahiyayê êrîş pêk anît. Di vê êrîşê de 66 kes hatin qetilkirin. Ev yek encama qerara vetokirina Emrîkayê ya qerara teklîfa agirbestê ye.
Di daxuyanîya nivîskî de hat îfadekirin artêşa îşxalê li bakûrê Xezzeyê, ev nêzî 50 rojan e bê navber qetlîamên ku dibe sebeba qirkirinê pêk tîne.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin, rejima îşxalê derdorê nexweşxaneya Kemal Adwanê bombardman kiriye. Li gor agahîyên ewil 66 kes şehîd bûne. Gelek kes jî birîndar bûn. Rejima îşxalê desteka Emrîkayê jî dide paş xwe û qirkirinê zêdetir û kûr dike. Emrîka bi vetokirina teklîfa qerara agirbesta ji bo Xezzeyê ve bû sebeba qetlîama Beyt Lahiyayê û wê bi vê rengê ev qetlîaman dewam bike.
Hat destnîşankirin, li bakûrê Xezzeyê qirkirina sîyonîst xelkê Filistînê hedef digire. Ji bo ev qirkirin bê sekinandin, divê zext û zorî li ser rejima sîyonîst bê dayin. Divê pêşî li plana sîyonîstan bê girtin ku xelkê Filistînê bi zorê ji cihên xwe neyên kirin. Ev mesûlyeta aîdê Saziyên Civaka Navnetewî û aîdê Saziyên Neteweyên Yekbûyî ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara kesên Lubnanê yên di bin êrîşên rejîma siyonîst de ji milyonek û 862 hezarî derbas bû.
Di êrîşa ku ji teref siyonîstên îşxalker ve li nêzî nexweşxaneyeke bajarê Xan Yûnisê li başûrê Şerîda Xezzeyê hat lidarxistin de 3 sivîl û di êrîşa li ser Nuseyratê de jî 6 sivîl şehîd bûn.
Rejîma sîyonîst, di êrîşên ku li Xezzeyê li dar xist de 189 rojnamegeran şehîd kir.
Serokwezîrê Îrlandayê Sîmon Harrîs, ji biryara Dadgeha Cezaya Navneteweyî UCM ya girtinê ya derheqê wezîrê parastinê ya berê Yoav Gallant û serokwezîrê qaşo yê rejîma sîyonîst Binyamîn Netenyahuyê re destekê da.