HAMAS, ji bona ku gelên azad ên cîhanê qirkirina li Xezzeyê bidin sekinandin bang kir ku bila di roja Înê û rojên dawîya hefteyê de çalakî û protestoyan bêne kirin.
Sîyonîstên wehş li Xezzeyê hemû sînoran derbas dike û ji HAMASê jî bangek nû hat dayîn.
Ji teref HAMASê ve di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat xwestin ku bila ji roja îniyê vir ve dest bi çalakîya kurewî bê bikin.
Tevger, bang li gelê Ereb û alema Îslamê kir ku bila êrîşên ku li Xezzeyê têne kirin red bikin û balyozxaneyên rejîma îşxalker û yên ku destkê didin wan dorpêç bikin, herba qirkirinê ku li Xezzeyê tê kirin û dorpêça ku li bakurê Xezzeyê didome şermezar bikin.
HAMASê di daxuyanîya xwe de weha got, “Xelkên alema Misilman û Ereb û însanên azad ên dinyayê rojên Înî, Şemî û Yekşemê em bang dikin ku rejîma îşxalker û destekvanên wan li derûdora balyozxaneyên welatan, hemû bajaran û li payîtextan bi her awayî xwepêşandana girseyî û meşan lidarbixin.”
Hat ragihandin ku Emrîka, Îngîltere û Elmanya ji ber destekê dide Tel Avîvê di çerçoveya bertek û nerazîbûnê xwe nîşan bide wê pêk bê.
HAMASê bang kir ku ji çalakiyan re bi şiklekî çalak beşdar bibin, ji bo êrîşên îşxalkeran bi dawî bibe, heta qirkirinê bi dawî bibe bi her awayî zext û zordarî bê kirin.
Komîserê Giştiyê Ajansa Avadanî û Alîkarîya Filistînî yên Neteweyên Yekbûyî Phîlîppe Lazzarînî di daxuyanîya ku dabû de dest nîşan kiribû ku artêşa îşxalê li bakurê Xezzeyê ev ji serê mehekê zêdetire dorpêç kiriye dibe ku xela çêbibe. Birçîbûn ji teref rejîma sîyonîst ve wek çekekî tê bikaranîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma sîyonîst a îşxalker, li Humusa Sûrîyeyê êrîşî hinek cîhan kirin, hat destnîşankirin di êrîşa asîmanî de herî kêm 15 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.
Çapemenîya qaşo yê rejîma îşxalker, destnîşan kir ku li Xezze û Libnanê di nav 48 seatên dawîn de di encama pevçûnan de 11 efser û leşkerên îşxalker hatine kuştin, herî kêm 10 leşker jî birîndar bûne.
Neteweyên Yekbûyî (NY), daxuyand ku rejîma îşxalker a sîyonîst sewqîyatên ku alîkarîyên însanî yên ku berê hatibûn plankirin bikevin nav Xezzeyê asteng dike.
Ji Megazîya ku li alîyê orta Xezzeyê ye re ji teref rejîma îşxalker ve êrîşek hat lidarxisitn, di encamê de 5 sîvîl şehîd bûn.