HAMASê êrîşên rejîma sîyonîst ên li ser Şamê şermezar kir

Tevgera Berxwedana Îslamî ya li Filistînê (HAMAS) êrîşên rejîma siyonîst ên li ser avahiyên hikûmetê li Şamê şermezar kir.
HAMAS di daxuyaniyekê de êrîşa hovane û barbar a rejîma siyonîst şermezar kir û got, "Em êrîşa hovane û barbar a îsraîlê ya îro li ser Şama paytexta Sûrîyeyê û hemû êrîşên wê yên li ser axa Sûriyeyê bi tundî şermezar dikin.
Kiryarên îşxala îsraîlê îxlalkirineke eşkere ya serweriya Sûriyeyê ye û kiryarên terorîstî yên organîzekirî ne ku armanc dikin aramî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê têk bibin.
Em bang li Yekîtîya Ereban, Rêxistina Hevkariya Îslamî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku vê êrîşê şermezar bikin û gavên pratîkî bavêjin ku êrîşên îşxalker, ku ewlehiya herêmê û berjewendiyên gelên wê tehdît dikin, rawestînin."
Di êrîşên rejîma siyonîst de gelek xal, di nav wan de Qesra Serokkomariyê û Baregeha Serfermandariya Giştî jî hebûn hatin hedefgirtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Agirekî li navenda danûstandinê ya "Hypermarket" ku tenê heft roj berê li Kut a Iraqê vebû, 61 kesan canê xwe ji dest dan. Piştî bûyerê sê roj şîn hat ragihandin û hat ragihandin ku dê doz li xwediyê navenda danûstandinê bê vekirin.
Yekîtîya Alimên Misilmanên Cîhanê, êrîşa sîyonîst a li ser Şamê wekî "derbeyek giran li rûmeta Ummetê" bi nav kir, û daxwaza civîneke bilez bi welatên Îslamî kir. Yekîtiyê her wiha ji bo Xezzeyê û Sûriyeyê daxwaza avakirina hevpeymaniyeke leşkerî û aborî kir.
Hat ragihandin ku hêzên hikûmeta Sûrîyeyê bi temamî ji wîlayeta Suweydayê ku li wir pevçûnên bi komên Durzî re qewimîne vekişiyane.
Hêzên Asayîşa Qudsê ragihand ku îşxalkeran di dema pêşveçûna xwe ya ber bi taxa Zeytûnê ya Xezzeyê de wesayîteke leşkerî bi teqemeniyeke bihêz hedef girtin û wêran kirin.