Hat ragihandin ku li bajarê Magdeburga Elmanyayê di encama qezaya ku wesayîtek ket nav bazareke Noelê de hejmara mirîyan derket 4an, hejmara birîndaran jî 200î derbas kir.
Li gorî xebera rojnameya Bildê, polîsan destnîşan kir ku 4 kes mirine.
Li gorî daxuyanîya rayedarên qanûnê, bi giştî 205 kes birîndar bûne û rewşa 41 kesan giran e.
Şofêrê BMWyeke reş roja Înê saet di 21:04 de li gorî dema Tirkîyeyê li bazara Noelê ya li navenda Magdeburgê bi qestî ajot nava mirovan. Rayedarên Sachsen-Anhalt û Magdeburgê bûyer wekî "êrîşa terorê" bi nav kirin.
Hat ragihandin ku şikdar piştî êrîşê hat binçavkirin û navê wî jî Talib A.yê, hat destnîşankirin ku Talîb welatîyê Erebistana Siûdî ye û ji sala 2006an vir ve li Elmanyayê bû û destûra rûniştinê ya daîmî hebû.
Hat diyarkirin ku kesê ku xwe "ateîst" dihesiband, li klînîkekê wek doktor dixebitî. Hat ragihandin ku mêrik tedawîya psîkolojîk jî dîtiye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li paytexta Nîjeryayê di dêrekî de îzdîham pêkhat, di encama îdîhamê de herî kêm 10 kes mirin.
Li Sûrîyeyê Es'ad Hasan El Şîbanî, wek Wezîrê Karên Derve ya hikûmetê hat tayînkirin.
Tevgera Berxwedana Îslamî (HAMAS), îfade kir ku îtîrafên ku rojnameya Haaretzê de hatine weşandin, "delîlên nû yên sûcên şer ên nedîtî û tasfiyekirina etnîkî ya tam in."