Hejmara mirîyên lehîya li Nepalê gihîşt 1050 kesan
Hejmara mirîyên lehîya li Nepalê gihîştiye 1050 kesan û ji bo dîtina 3916 kesên winda xebatên lêgerînê berdewam dikin.
Desteya Kêmkirin û Birêvebirina Rîska Felaketên Neteweyî ya Nepalê (NDRRMA) ragihand ku hejmara mirîyên lehîyên ku di 26ê Tebaxê de li herêma Rasuwa çêbûne zêde bûye.
Li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin, hejmara miriyan gihîştiye 1050î û 3 hezar û 916 kes jî winda ne.
Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Emrîkayê, ku di destpêkê de diyar kiribû ku beriya lehiyê li herêmê erdhejek çêbûye, daneyên xwe nûve kir û diyar kir ku çavkaniya çalakiya sîsmîk a bi pileya 5.2 hilweşîna qeşayê ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îranê ragihand ku piştî êrîşên Emrîka yên li ser başûrê Îranê, wan bi fuze û dronan êrîşî baregehên Emrîka yên li herêmê kiriye.
Li gorî agahiyan, balafirên şer ên sîyonîstan herêma Nebatiye ya li başûrê Lubnanê bombebaran kirin.
Hejmara şehîdên ku di êrîşên rejîma sîyonîst a li ser Xezzeyê de ji Cotmeha 2023an vir ve hatine kirin, gihîştiye 73 hezar û 462 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 174 hezar û 509 kesan.