Hejmara qurbaniyên keştiya li Endonezyayê gihîşt 28 kesan û 107 kes jî winda ne
Hejmara qurbaniyên keştiya li Behra Java ya li beravên Endonezyayê gihîşt 28 kesan, 107 kes jî winda ne.
Keştiya rêwiyan di 12ê Îlonê de ji Surabaya li Javaya Rojhilat ber bi Banjarmasin li Kalimantana Başûr ve çû. Di dema rêwîtiyê de rastî şert û mercên hewayê yên nebaş hat û di 13ê Îlonê de, li dora saet 02:00an bi dema herêmî, têkilî qut bû.
Muhammed Syafii, serokê Ajansa Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Neteweyî ya Endonezyayê (Basarnas), diyar kir ku heta niha 136 kes ji avê hatine derxistin û got, "Ji van 108 kes sax man û 28 kes mirin. 107 kes hêna jî tên lêgerîn."
Endonezya, neteweyek arşîpelago ku ji nêzîkî 17.000 giravan pêk tê, ji bo girêdana giravên xwe û hêsankirina rêwîtiyê, bi giranî pişta xwe dide ferîbot û awayên din ên veguhastina deryayî. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Ukraynayê Zelenskî ragihand ku di êrîşa bêmirov a Rûsyayê ya li ser paytextê de 2 kes mirine û 24 kes jî birîndar bûne.
Li wîlayeta KwaZulu-Natal li ser malekê êrîşeke çekdarî pêk hat û di encamê de 11 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn. Polêsan ji bo girtina şikdarên ku di êrîşê de pêçîyê wan hene lêpirsîn da destpêkirin.
Serokkomarê Sûrîyeyê Ahmed Şara henekê xwe yê ku di hevdîtina wan a li Qesra Spî de li ser Girên Golanê yên îşxalkirî bi Serokê Emrîkayê Donald Trump re kiribû, vegot. Şara got ku dema Trump got ku Golan di bin serweriya rejîma sîyonîst de ye, wî bersiv da û got, "Çima hûn New Jersey nadin îsraîliyan? Golan ne ya we ye, lê New Jersey ya we ye."