Hejmara qurbaniyên li Xezzeyê gihîştiye 73 hezar û 821 kesan
Hat ragihandin ku di êrîşên rejîma sîyonîstî yên li ser Xezzeyê de ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve 73 hezar û 821 kes şehîd bûne û hejmara birîndaran gihîştiye 174 hezar û 897 kesan.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê daneyên dawî yên li ser rewşa heyî ya li Xezzeyê parve kir.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, di 24 saetên dawî de cenazeyên 5 şehîdan û 28 birîndaran anîne nexweşxaneyên li Xezzeyê.
Hate diyarkirin ku ji 10ê Cotmeha 2025an vir ve, hejmara şehîdan gihîştiye 1386an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 4484an.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji destpêka êrîşên rejîma sîyonîst di 7ê Cotmeha 2023an de heta niha li Xezzeyê hejmara giştî ya şehîdan gihîştiye 73 hezar û 821 kesan. Her wiha hat destnîşankirin ku di heman heyamê de hejmara birîndaran 174 hezar û 897 e. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Çapemenîya Emrîkayê Rojnameya Washington Post, di makaleyek bi sernavê “Husîyên Yemenî çima digel hewqas herban tenê qewettir bûye?” de daxuyanîyên girîng cîh girt.
Li rojavaya Xezzeyê avahîyek hilweşîyabû û gelek kes şehîd bûbûn, hejmarê şehîdan zêde bû û 12 jê zarok, 5 jê pîrek hejmarê şehîdan derket 21 kesan.
Wezareta Parastina Rûsyayê, diyar kir ku wan êrîşî senayîya leşkerî û binesazîya ragihandin û enerjîyê ya Ukraynayê kirine.