Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir va ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 40 hezar û 939an û hejmara birîndaran jî derket 94 hezar û 616an.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrişên siyonîstên îşxalker ku di roja 335emîn de berdewam dike de agahî da.
Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di 4 qetlîamên 24 saetên dawîn de 61 kes şehîd kirin û 162 kes jî birîndar kirin.
Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê cotmehê vir va li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 40 hezar û 939an û hejmara birîndaran jî derket 94 hezar û 616an.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku hîna gelek qurbanî di bin kavilan de ne û li ser rêyan mane, lê rejîma dagirker rê nedaye ku ambulans û tîmên berevaniya sivîl xwe bigihînin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin ku di 28-29ê Mijdara 2024an de li herêma Metîna ya li Herêma Kurdistanê 5 PKKyî hatin kuştin.
Komîserê Giştî yê UNRWA Lazzarini ragihand ku li Xezzeyê di bin êrîşên îşxalkeran de li cîhanê herî zêde zarokên seqet hene.
Artêşa îşxalker ragihand ku tevî agirbesta 28ê Mijdarê jî li dijî Lubnanê êrîş pêk anîne.
Berxwedana Fîlîstînê di çarçoveya Tofana Eqsayê de şev û roj li Şerîeya Rojava di nava 24 saetan de 14 çalakîyên cuda yên berxwedanê li dar xistin.